LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ji Tirkiyê ji bo ASA: Yan hûnê bimirin an jî dijî kurdan şer bikin

Ji Tirkiyê ji bo ASA: Yan hûnê bimirin an jî dijî kurdan şer bikin

EFRÎN – Qelişandina di navbêra “ASA” ku Erdogan bixwe bûye kefîlê wan û wek e “Netewên heremî” hatine îlankirin de û Tirkiyê de mezin dibe. Ji bo komên ku di eniya pêş de naxwazin bimirin re, darê lêdanê ya rejîma BAAS û Rûsya tê nîşandan.

Tirkiye bi komên ku ev 10 rojin li Efrînê ya bi hewade û erdê de bombebaran dike re di nava pêvçûnan de ye. Ankara ku hewil dide van komên Artêşa Azad (ASA) yê di eniya pêş de naxwazin bimirin di ser rejîma Baas û Rûsya de dixwaze wan qayil bike, di aliyê din de jî bedelê pereyê ku heta niha ji bo wan xerc kiriye dixwaz e.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên leşkerê yên ji çepera şer didin, komên çete yên wek e “Cebhet El Şamiye, Feyleq El Şam, Ahrar El Şam, Liwa Hamza, Ceyş El Nasir, Tugayên Nûreddîn Zenkî, Sukur El Cebel, Tugaya Semerkand, Tugaya Muntasir Billah, Sultan Murad, Tugaya Fatîh Sultan Mehmet” ku di êrîşên li ser Efrîn de derbeyên mezin xwarin, di navbêra wan û leşkerên Artêşa Tirk (TSK) de dem bi dem nakokî û pêvçûn derdikevin.

Naxwazin bibin kerê mayinê’

Çavkanî, destnîşan kir ku hêzên dişînin cebheya pêş ji ber pir windayî didin dixwazin ji qada şer vekişin lê Tirkiye li Idlibê Rejîm û Rûsya nîşanê wan dide û dixwaze wan qayil bike.

Di navbêra şer û jiyanê de man e

Çavkaniya leşkerî, ragihand ku komên dawî mane ji ber jibilî bin banê Tirkiyê de tu şensê wan nemaye li ser navê AKP’ê şerê wekaletê bi neçarî qebûl kirine. Çavkanî ev tişt gotin: “Ji ber pirsgirêk çareser nebûye niha Artêşa Tirk û ASA di cebheyê de cih diguherîn in. Artêşa Tirk ku êdî leşkerên xwe dide pêş, ji komên çekdar re jî dibêje ku cihên hûn dikarin bigirin xwe bicih bikin. Lê ji ber ku bi vê şêwazî jî qayîl nebûn ev car jî pere teklîfê wan kirine. Komên ku vê yekê jî qebul nakin ev car jî darê lêdanê ya rejîma Baas û Rûsya nîşanê wan didin. Ev kom niha neçar û li holê mane.”

Ji bo hêzên paramîlîter teqwiye digerin

Çavkaniya leşkerî, bibîrxist ku tu rastiya daxuyaniya Artêşa Tirk a ji bo Girê Qestelê girtine tune ye û berxwedanî berdewam dike û got ku Artêşa Tirk ji bo komên şer nakin re jî ji bo her şervanekî teklîfa mehane 500 dolar, ji bo her seatekî di pêvçûnê de 12 dolar, di rewşa birîndariyê de 3 hezar dolar, eger bimirin jî dê 15 hezar dolar bidin malbata wî teahut hat kirin lê dîsa jî di vê şêwazî de bi ser neket. Çavkanî, destnîşan kir ku ji ber vê yekî leşkerên Artêşa Tirk ji wan re gotiye ku “Heta niha me 6 milyar dolar pere li we xerc kiriye, divê hûn bedelê wê bidin.”

Çavkanî, anî ziman ku sedema çûna Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a Hatayê ew e ku “Baweriyê bide çeteyan” bûye û destnîşan kir ku ji aliyê din ve jî beranberê pereyê di nava penaberên a di nav sînorê Tirkiyê de hin hêzan devşirme bike ye.

Winda kir li pey planekê din e’

Çavkanî, diyarkir ku ji ber Erdogan fêm kir wan şer winda kiriye û nikare bi hêzên paramilîter (leşkerên bi peretî) bimeşîne ketiye pey hin planên din û wiha got: “Niha nizanim lê, dibe DAIŞ’ê jixwe re bike hincet û êrîşê Idlibê bike, an jî cihekê din. Niha ji bo vê binkeftina xwe veşêre riyekê digere û dibe serî li tiştekî wisa bide jî.”

Başe ev komên ji aliyê Erdogan ve wek e ‘Artêşa Netewî’ hatiye hesibandin û bûye kefî kî ne?

Ev komên ‘Mertalê Firatê’ ku berê bi El Qaîde (Cebhet El Nûsra) re di heman cebheyî de cih girtibûn, di qadên Mertalê Firatê de tê qontrol kirin de jî bi hev re nikaribûn bibin mutefik an jî îtîfaq. Serokê AKP’ê Erdogan ji van komên di bin navê Artêşa Azad de wek e “Xwediyên rastî yên Sûriyê ne” nirxek dide wan, ji artêşa Sûriyê re “Dagirkerên rastî” gumanbar dike û dibêje “Em dê heremên ku ji terorîstan paqij bikin bidin van koman”, her wiha yên derheqê van koman de rexneyek bê kirin wan wek e “Xayînê welat” pênase dike, ka em lê binêrin di esasê xwe de kî ne?

Cebhet El Şamiye, Feyleq El Şam, Ahrar El Şam, Liwa Hamza, Ceyş El Nasir, Tugayên Nûreddîn Zenkî, Sukur El Cebel, Tugaya Semerkand, Tugaya Muntasir Billah, Sultan Murad, Tugaya Fatîh Sultan Mehmet û hwd. Mînak, yek ji van komên ku Tirkiye bi wan re ji nêz ve dixebite Ahrar El Şam, ji aliyê kadroyên Usame bîn Ladîn a Sûriyê wek e Ebû Xalid El Sûrî ve hatiye ava kirin. Ji hin van koman an jî rêxistinan jî, têkiliya wan bi rêxistina Birayên Misliman (İxwan Mislimîn) ku di salên 1970 û 1980’an de bi çalakiyên komkujiyê di mejiyan de hatine kolandin re heye. Nûreddîn Zenkî ku di êrîşa ser Efrînê de di aliyên Cindirês û Çiyayê Semanê de derketiye pêş, bi berdevkê El Qaîdê ya Sûriyê Cebhet El Nûsra re, di Heyet Tahrîr El Şam de cih girt. Nûreddîn Zenkî, di meha tîrmehê ya 2017’an de ji ber êrîşên Heyet Tahrîr El Şam a li ser Ahrar El Şam û ew ji Idlibê derxist, nerazîbûn nîşan da û dîsa serbûxwe ma. Ev rêxistin bi wêne û vîdeoya dema serê penaberê Filistinî ya 12 salî Abdullah Taysîr El îsa jerjê dikir ketibû rojevê.

Partiya Îslam a Turkîstanê ku ew jî ji eniya başurê Efrînê de piştgiriyê dide êrîşa dewleta tirk, rêxistinekî girêdayê Talîban û El Qaîdê ye û vê yekî venaşêre jî. Rêxistinekî ku ji aliyê Ûygûr ên tirkmenîstanî ve hatiye ava kirin, di dema şerê cîhatîstan a bi cîhadîstan re tercîha xwe aliyê Tahrîr El Şam de kiribû.

Kurt û kûrmancî, ev hêzên milîs ên di bin siya “Şaxê Zeytunê” de dimeşin, El Qaîdecî, cîhadîstên selefî, selefiyên ‘nerm’, îslamiyetên siyasal, nerm, qurmikên ASA yên hêj jî xwe re dibêjin ‘şoreşger’, axayên şer, firsendker, yên macerayê digerin, leşkerên bi pere û ji kesên derdorên ji aliyê MÎT’ê ve hatine ava kirin in. Yek navê wan şerîatkar, yê din navê wan talanker derketiye, an go koalisyonekî belawela û perexwer in.

Hikumeta AKP’ê, van komên ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve wek e “terorîst” dihesibîne, ji destpêkê ve wan wekî “Şoreşgerên li dijî zilma rejîmê şer dikin” dibîne û silav dike.

Bi “Tevgera Mertalê Firatê” re hin ji van koman Tirkiye, li gor rojeva xwe ya taybet ji nû ve dizayn kir. Di rojeva taybet de hedefa yekemîn; di pêşengtiya kurdan de ‘Rêveberiya Xweseriya Demokratîk’ û Federaliya Bakûrê Sûriyê ye.

Li gor ajansa fermî ya dewleta tirk Ajansa Anadolu (AA), Artêşa Tirk, “Dema qonaxa yekemîn a Mertalê Firatê temam bû ji 29’ê adara 2017’an û şunde di qampên ku li nêzî sînorên Tirkiyê de hatine avakirin de hin komên çekdar perwerde û bi çekûrext kir. Di qampan de ji bo endamên ASA’yê re yek bi yek perwerdehiya muharebeyê hate dayîn, bikaranîna çekên hawan, roketavêj, çekên normal û sivik hat nîşandan. Piştre di 30’ê kanuna 2017’an de bi beşdariya 30 rêxistinan bi awayê 3 kolordu ‘Artêşa Neteweyiya Sûriyê’ hat îlan kirin. “ Ev komên ku ji Odeya Operasyona Kilîs a Hawar li sînore tên birêvebirin, ji aliyê Erdogan ve wek e “Artêşa Netewî” tên pênase kirin.

Her tim di nava wan de pêvçûn hebû!

Ev komên ku berê bi El Qaîdê (Cebhet El Nûsra) re di heman cebheyî de cih girtibûn, di qadên ji aliyê Mertalê Firatê ve tên qontrolkirin de bi hev re pir nikaribûn bixebitin û nebûn mutefîkê hev. Ev koman her tim di navbêra wan de pêvçûn hebû. Sedema pêvçûna wan jî, nelirêtî, dizî, tacîz û tecawizê hev tewanbar dikirin. Her wiha di esasê xwe de qirêna rant û desthiladarî hebû.

Pêvçûna di navbêra wan de hinek wiha bû; Tugayên Nûreddîn Zenkî di rojhilatê Helebê di meha cotmehê sala 2016’an de bi Festaqim re şer kir. Dîsa cotmeha 2016’an de di Deriyê Sînorê Oncupinarê pêvçûn di navbêra cebhet El Şamiye û Sultan Murad de derket. Di berdewamiya heman pêvçûnê de evcar di navbêra Nureddîn Zenkî û Ahrar El Şam li derdora Ezazê bi Cebhet El Şamiye re şer kirin. Di meha nîsana 2017’an de Ahrar El Şam li Qebasînê Ahfad Selahadîn re bi hevçûn. Di wê wextî de Cebhet El Şamiye û Sultan Suleyman Şah di bakurê Helebê bihevçûn. Li dijî Cebhet El Şamiye di demek kurt de Sultan Murad şer kir û Lîwa Hemza û Sukur El Cebel jî tevlî vê pêvçûnî bûn. Di meha gulana 2017’an de li Cerablûsê Sultan Murad û Feylek El Şam li dijî Ahrar El Şarkiye şer kirin. Di heman wextî de li Ezazê Cebhet El Şamiye û Feylaq El Şam bihevçûn. Di gulana 2017’an de Cebhet El Şamiye, Lîwa Hemza û Sultan Murad li Ezaz û El Raî li dijî Tugaya Fursan şer dane destpêkirin. Di meha hezîrana 2017’an de Sultan Murad li Ezazê li dijî Ahrar El Şam cebheyek pêvçûnê ya mezin vekir. Mutefikên her du aliyan jî daxilê şer bûn. Di meha tîrmeha 2017’an de ji ber ku Ahfad Selahaddîn plana êrîşa li ser Efrînê red kir, bû hedefa hevkarên din. Serokê vî rêxistinî hat girtin, di îşkenceyê de hat derbaskirin û wî teslîmê Tirkiyeyê kirin.

Sicîla piraniya van koman, bi komkujiya sivîlan, îşkence, înfaz, revandina mirov, dizî, talan, muameleya nebaş û îstîsmarê tije ye. Dijminatiya Elewiyê di hemûyan re hevkar e. Dîsa dijbertiya ‘QSD-YPG/YPJ-PYD’ û bi taybetî dijminatiya kurdan zêde ye. Xiristiyanan jî ji destê van koman pir kişandine. Herî dawî Êzidiyên Elî Kino di heyama havîna derbasbûyî de bûne qurbanê dijminatiya mezhebiyê.

Ji destpêka qrîza Sûriyê heta niha Tirkiye, bi hikumeta xwe re, bi leşker, bi îstîxbarat, bi burokrasî, bi dîplomasî û bi unsurên sivîlên xwe re , di avakirin, rêxistinkirin, perwerdekirin û biçekirina van koman de rolek mezin lîst.Duh ku ev koman di bin navê guherandina rejîma Sûriyê de dihatin destekirin îro di şerê li dijî QSD, YPG/YPJ’ê wek e hêmanên ser erdê tên meşrûkirin, heta heta di nezda gel de dixwazin wek e qehreman bidin nîşandan.

31.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً