LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Komên Artêşa Azad ditirsin Erdogan hewil dide wan di destê xwe de bigire!

Komên Artêşa Azad ditirsin Erdogan hewil dide wan di destê xwe de bigire!

EFRÎN – Komên girêdayên dewleta tirk, ji ber windayiyên giran, gelê Efrînê li ber xwe didin û koçber nabin, kêmbûna piştgiriya navneteweyî û ji ber hemû tehatua Tirkiye ji wan koman kiribû vala derketin, ditirsin û ji eniya şer xwe vedikişînin. Erdogan a ku li hemberê zêdebûna mirina sivîlan ketiye panîkê, ji bo vê sûcê mirovahiyê bixe sikûra wan dixwaze van komên çete di destê xwe de bigire.

Hêzên paramilîter ên bi navê Artêşa Azad (ASA) ku di êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê de cih digirin, têk çûn û xwe ji eniya şer vedikişînin. Ev komên ku ligel hemû cure êrîşên hewayî û çekên giran nikarin pêşde biçin û windayiyên mezin didin, ji ber gel ligel hemû zêdebûna mirina sivîlan jî koçber nebûn ketine panîkê. Ev gruban ku fêmkirine li beranberê van kuştina sivîlan dadgehên cezayên navneteweyî heye, ji ber piştgiriyekê pêwîst a têra wan bike nabînin di eniya şer de moralên wan pir xirabûye. Bihevçûna di navbêra ev komên ku têk diçin û leşkerên Artêşa Tirk (TSK) de jî êdî vekirî çêdibin û ew bi xwe vîdeoyan li ser malperên tora civakî belav dikin.

Çavkaniyên leşkerî yên parastina Efrînê dikin, diyar dikin ku ev komên bi piştgiriya Tirkiyê tevlî şer bûne di hêla moral û motîvasyonê de hilweşiyan e. Ev komên çete ku dîtin hewa berovajî ziviriye dixwazin bi lez û bez ji vê îşî xilas bibin.

Bihevçûna xwe wan bixwe deşifre kirin

Di vîdeoyekî ku ji endamên komên Artêşa Azad ve hatiye kişandin û tê fêmkirin ku li ser riya di navbêra sînorê Ezaz-Kilîs û navçeya Raco ya Efrînê de hatiye kişandin de, di navbêra leşkerên TSK’ê û endamên ASA ku Erdogan ji wan re dibêje “Artêşa min a heremî û netewî” de bihevçûnekî kulm û pihîna çêdibe. Endamên Artêşa Tirk, xwe bi wan re aciz dike ku çima ji eniya şer hatine, ew jî dibêjin, “Ev der cihê me ye, em ji vir naçin cihekê din”. Leşkerên tirk ku di vîdeoyê de ji bo wan dibêje hûn zincîra emir û fermanê xira dikin û divê hûn herin Efrînê şer bikin, endamên ASA yê jî dibêjin “Hevpeymana me ne wisa bû.”

Nakokiyên heyî zêde bûn!

Ji ber ku hêj jî dewleta tirk dê herêma Mertalê Firatê bikeve bin qontrola kîjan komî aşkere nekiriye, ev komên tê gotin her tim wan di nav bendewariyê de hiştin û yê herî girîng jî Tirkiye teahuda destpêkê ji wan re gotibû (Em dê rejîma Esad hilweşînin. Em ji bo vê werin wir û em dê têkoşîna wê bidin) bi cih neaniye, rewş xitimand û nakokî her çû mezin bû. Pê ve girêdayî, di dibistanên ku li Ezaz û Cerablûsê hatin vekirin de ji zarokên Ereb re mufredata (sîstema perwerdehiya Tirkî) li ser wan ferzkirin û pişavtin zêde bû, ya kesên li wir dijîn dixe nava fikaran.

ASA wê bêhnî girt!

Berpirsiyarên leşkerî yên di yekîneyên parastina Efrînê de, destnîşan kirin ku ev komên ku berxwedana şervanan, koçber nebûna gel û rewşa siyasî ya giştî dişopînin, dîtin ku rewş û hewaya giştî li Tirkiyê ziviriye û bi AKP’ê ewleh nabin bi mantixê “Em çiqas kêm zahiyatê-windayiyê bidin kar e ji bo me” tevdigerin.

Li gor çavkaniyên heremê dibêjin, berxwedaniya parastina meşrû ya bi navê “Berxwedana Serdemê”, ligel hemû êrîş û pêkûtiyên li ser gel axa xwe bernadin û koçber nabin, bi mirina sivîlan re bertekên hûndir û derve her çiqas diçe mezin dibe, bertek û nerazîbûnên li dijî di nava kesên bi bombebaranan de dimirin de bi Kurdan re Ereb û Tirkmen jî heyî ya endamên Artêşa Azad ditirsîne û bi vê fikarî paşde gav dide avêtin.

Di heman demî de çavkaniyên heremê anîn ziman ku hewildanên bê encam ên di Soçî de, poşmanbûna Rûsya û her tim daxwaza hevdîtinê bi kurdan re dike, daxuyaniyên Amerîka ya her çiqas bi nakok bin jî ya derbarê YPG û QSD’ê, li ser komên ASA de moral xira dike, her wiha di demên pêş de dadgeha cezaya navneteweyî jî tirsek bi van koman re dide çêkirin.

Weadên Erdogan ji bo belavkirina wan asteng bike ye!

Serokê AKP’ê Tayîp Erdogan ku şerê cebheyê winda kir, ji bo zahmetiya di hûndir û derve çêbibin berteraf bike, ji bo van komên tê gotin wead (taahud) li ser weadê dide wan. Ev pênaseya ji bo wan a “Artêşa heremî û netewî, Kuvayî Miliye” jî ji bo ku vê yekî bû û heta çûna Erdogan a Hatayê jî xwest bibêje ku “Binêrin em li pişt wene” dabe jî, nikaribû van komên ASA yê ji eniya şer bigire. Hem alîgirên van koman û hem jî gelên heremê dibêjin “Erdogan şer winda kir, gelê Efrîne biser ket.”

Tayîp Erdogan ku ji aliyekî ve dixwaze pêşî li xirabûna moral û motîvasyon û belavbûna van koman bigire, di alê din de jî li dijî mirina sivîlan ên zêde dibin jî ketiye nava panîkê. Tê gotin ku Erdogan ji bo di demên pêş de mahkemeyekî cezayê ya navneteweyî vebe van sûcan bixe sikûra wan de van koman dixwaze di destê xwe de bihêle.

02.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً