LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Îdlibê tevgerîna dewleta Tirk

Li Îdlibê tevgerîna dewleta Tirk

ÎDLIB – Dewleta tirk ji aliyekê ve komên girêdayên Artêşa Azad a li Îdlibê bi hinceta teqwiye bide êrîşa li ser Efrînê û ji aliyê din ve jî bi gelek çekên giran leşkerên TSK’ê li herêma Sermeda û Etarib ên bakurê Îdlibê ne bi cih dike. Tê gotin ev tevgerîn di encama lihevkirina dewleta tirk a bi rejîm, El Nûsra û Rûsyayê pêk hatiye. Her wiha hat ragihandin ku ji bo malbatên endamên komên ASA’yê yên Îdlibê li Reyhanli ya Hatayê kampek tê avakirin.

Li gor agahiyan, di çend rojên dawî de li başurê Helebê, gundewar û bajarê Îdlibê tevgerînek ne normal pêk tê. Dewleta tirk ku di encama lihevkirinê de şer û pêvçûnên di navbêra komên Artêşa Azad (ASA)- Heyat Tahrîr El Şam (El Nûsra), El Nûsra-hêzên Rejîma Baas de dabûn rawestandin û di 20’ê çileyê de êrîşa ser Efrînê dabû destpêkirin, piştî ew bendewariya “Di nava 3 seat an jî 3 rojan wê bikevin Efrînê” pêk nehat û her çiqas diçe hesaba kirine xira dibe, niha jî ketiye lêgerînên cuda.

Ev 3 rojin tevgerînek ne normal heye

Hem li gundewarên başûrê Helebê û hem jî herêma Îdlibê ku di çerçoveya lihevkirinê ya ji bo êrîşa Efrînê şer û pêvçûn sekinî bûn, careke din tevgerînek dest pê kir. Li gor agahiyan hêzên Rejîma Baas ku xwestin hin hêzên xwe li bakurê Îdlibê bi cih bikin di navbêra wan û Heyat Tahrîr El Şam de pêvçûnek demkurt derket. Her wiha dîsa balafirekî ayidê Rûsan li başurê Helebê ku tê gotin ji aliyê El Nûsra ve bi çekên giran a ji hêla dewleta tirk ve dabûn wan hat xistin û pîlotê balafirê jî ku bi paraşûtê xwe berda bû, ew jî hate kûştin.

Ev tevgerîna ne normal ya dewleta tirk careke din xiste nav lêgerînê û bi hinceta teqwiye bidin êrîşa li Efrînê hêzên Artêşa Azad ên li herêma Îdlibê mabûn, bi taybet Koma Nûreddîn El Zenkî û Ahrar El Şam ji Îdlibê vekişandin.

ASA vekişand TSK bixwe diçe wir!

Hat ragihandin ku piştî xistina balafira Rûs, Tirkiye hemû komên girêdayên xwe vekişand û li gor hevdîtinekê taybet a Tirkiye bi generalên Artêşa Rejîmê û berpirsiyarên Rûsyayê re pêk aniye de, Tirkiye dê van koman ku pirsgirêkan derdixin vekişînin û hejmarek kêm leşkerên TSK’ê li hin cihên ji aliyê Rûsya ve hatiye diyarkirin bi cih bikin. Li ser vê esasî duh ber êvarê û îro (5’ê çileyê) serê sibehê, karwanek wesayît ên leşkerî ku hin çekên giran jî di nav de çek û cebilxane û leşker derbasî herêmên Sermeda û Etarib ên li bakurê Îdlibê kirin.

Kampek nû ya li Reyhanli gelo ji bo malbatên komên ASA’ye ne?

Li gor agahiyan, di çerçoveya hevdîtinan de, piştî duh û pêr Tirkiye wan endamên komên Artêşa Azad ji heremên Îdlibê vekişand, ji bo hin endamên birîndar û malbatên endamên van koman, li navçeya Reyhanli ya Hatayê dê kampek nû ava bikin.

Ev liv û tevgerina Tirkiyê ku bi taybetî piştî ketina balafirê Rûs çêbû, tê gotin ku rayedarên Rûs ji xistina balafirê pir aciz bûye û diyarkirine ku divê tu hêzên ‘terorî’ li wê heremî nemîne. Hat destnîşankirin ku bi vê aciziyê re, biryara girtina riya hewayî ji nû ve nîqaş bikin û amadekarî ji bo vê tê kirin.

Tê gotin ku niha li Îdlibê li dijî Rejîma Baas tenê Heyat Tahrîr El Şam heye.

05.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً