LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ragihandinên Rûs nivîsandin ku balafir ji aliyê komên girêdayên Tirkiyê ve hatiye xistin

Ragihandinên Rûs nivîsandin ku balafir ji aliyê komên girêdayên Tirkiyê ve hatiye xistin

NAVENDA NÛÇEYAN– Di ragihandina Rûsiyayê de xistina balafirê şer a bi tîpa Su-25 ku roja şemiyê li herêma Îdlibê ya Sûriyê berfireh hate nivisandin. Di hin nirxandinan de Tirkiye hat sûcdarkirin.

 

BBC Tirkî, hin şîrove û nûçeyên ragihandina rûsan de ya derbarê xistina balafirê şer a tîpa Su-25 ku li Îdlibê roja şemiyê hatibû xistin, komî ser hev kir û nirxand. BBC Tirkî, di raporta xwe de diyar kir ku Rûsan di ragihandinên xwe de cihek berfireh dan xistina balafirê û destnîşan kir k udi hin şîroveyan de jî Tirkiye hatiye sûcdar kirin.

Şîroveyên di çapemeniya Rûsya de wek nûçe û şîrove wiha ne:

 

Nezavisimaya Gazeta: Şerê li Sûriyê ligel Moskova par gotibû xilas bûye û ew dê hêzên xwe kêm bikin jî lê hêj jî berdewam dike. Roja şemiyê (3 sibatê) de balafira şer a Rûs Sû-25 ji aliyê çekdarên li herêma Îdlibê ve hatî xistin, hem Ereb hem jî hin saziyên ragihandinê ya Tirk û agahiyên di tora civakî de balafirê Rûs ji aliyê Ceyş El Nasir a “Nerm” ku perçeyek ji Artêşa Sûriya Azad a girêdayê Tirkiyê ve hatiye xistin.

‘Wezareta Parastina Rûsya nexwest bêdeng bimîn e’

Novaya Gazeta: Vîdeoya xistina balafirê Rûs a zû bi zû hat weşandin, Wezareta Parastina Rûs nexwest bêdeng bimîn e. Balafira şer a Su-25 ji aliyê çekdarên di bin kontrola Tirkiyê ve hatiye xistin an hêzên ku ji kontrol derketine ve hatiye xistin? Divê ew nêrîna ku dibêjin dibe operasyonekî taybet a fermandarên OSO ku ji encama Kongreya Soçî ya di 29-30’ê çileyê pêk hatî kêfxweş nebûne ve hatibe kirin, piştguh neyê kirin.

Kommersant (Rojnameya Aborî): Ji pisporên Navenda Analîza Teknolojiyan û Stratejiyên Rûsyayê Konstantîn Makiyenko daxuyanî daye rojnameyê, piştî Vlademîr Pûtin li dijî îslamkarên radîkal serkeftinê îlan kiriye şûnde, bi operasyonan ve girêdayî gelek amûrên hewayî winda kiriye.

Rossiyskaya Gazeta: Sînorên berpirsiyariyê ya herema Îdlibê ku hem yên di bin kontrola muxalifên Sûriyê û endamên Cebhet El Nûsra ne vekirî ye. Her du alî jî dibe ku êrîşên balafirê me kiribe. Lê di peyama Wezareta Parastinê de tê fêmkirin ku yê vê kiriye “Terorîstên El Nûsra” ne.

05.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً