LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Topbarana Dewleta Tirk û komên girêdayê wê li ser Herêma Efrînê dewam dike

Topbarana Dewleta Tirk û komên girêdayê wê li ser Herêma Efrînê dewam dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji destpêka operesyona dijî Efrînê di 20ê çileyê de ji aliyê TSKê û komên çekdar yên Mertala firatê ku girêdayê Tirkiyê ne, da niha binpêkirina mafê mirova û xerakirina aramiya herêma efrînê dewam dike.

Di 25.1.2018 an de

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê navçeya Bilbilê bombebaran kir. Her wiha di encama topbarana Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê gundê Cama yê navçeya Şera , welatiyekî sivîl bi navê Abdullqadir Hemo yê 50 salî şehîd bû.

Arêtşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyan.

QSD‘ê tankeke artêşa Tirk rûxand û leşkerên tê de hatin kuştin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çekdarên“Mertala Firatê” li ser nûqteyên wan lê nêzî gund Um Celûd şikand.

Şervanên QSD`ê êrîşa Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê li ser gundê Ibêdan ê navçeya Bilbilê şikand. Şervanan derbeyên giran li hêzên artêşa Tirkiyê û komên girêdayê wê xistin.

Di 26.1.2018 an de

Artêşa Tirk gundê Zormixarê yê Rojavayî bajarê Kobanê topbaran kir.Di heman demê de ji Cerablûsê bajaroka Şêxler ê Kobanê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê topbaran kir.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê herêma Cindirêsê bi obusan topbaran kir.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundê El-Xezawiyê yê navçeya Şêrawa bombebaran kir.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundên herêma Cindirêsê ( Hemam, Baflorê û Aşka Şerqîʺ) ku bi hezaran sivîl têde hene, bombebaran kir.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk komkujiyeke pêk anî. Di encamê de 7 kes ji heman malbatê ku koçberên Idlibê ne şehîd bûn.

Li derdora gundê Umare yê navçeya Raco şervanên QSD`ê tangekeke Artêşa Tirk rûxand.

27.1.2018 an de

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê bajaroka Til Rifet a Kantona Şahbayê ya herêma Şahbayê topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyan.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê ji Ezazê Girê Qestêle, Baflonê û Qitmê yên navçeya Şera ya Efrînê bi obusan topbaran kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundê Hecsikenderê û gundê Hemamê yên herêma Cindirêsê topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê bi helîkopterên tîpa kobra êrîşî derdora Kaniya Batman û Girê Kevirê Ker ên girêdayî herêma Raco,kirin.

Şervanên QSD′ê êrîşa Artêşa Tirk û komên girêdayê wê ya li ser gundê Kevirê Ker ê girêdayî herêma Racoyê şikandin.

Di encama şerê li Şehbayê dinavbera şervanên QSD′ê û artêşa Tirk û çekdarên wê 13 leşker û çekdar hatin kuştin.

Yek ji serçeteyên koma bi navê Feyleq El-Şam a girêdayî Dewleta Tirk ku bi navê Ebû Rakan tê naskirin di êrîşa dijî Efrînê de hate kuştin.

Di 28.1.2018 an de

Artêşa Tirk hewl da bi rêya gundên herêma Raco derbasî Efrînê bibe. Lê artêşa Tirkiyê rastî berxwedaniya şervanên QSD`ê hat ji ber vê yekê nikarîbûn gavekê bi pêşve biçin.

QSD`ê diyar kir ku balafirên şer ên Artêşa Tirk komkujiyek derheqê sivîlan li gundê Xelîl ê girêdayî Şiyê pêk anî. Di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û gelek sivîlên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê bajaroka Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran kir.

Balafirên Artêşa Tirk gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê bombebaran kiri. Her wiha balafir derdora kampa Rûbar û derdora gundê Kobelê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundên Gubelê û Dêr Mişmiş ên Şêrawa bombebaran kir.

QSD′ê ragihand ku şervanan êrîşa Artêşa Tirk a li ser girê Qestelê şikandin û derbeyên giran li wan dan.

Êrîşa artêşa Tirk li ser herêma Kevirê Ker a herêma Raco bi temamî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate şikandin û hêzên wan derbeyên giran xwarin.

Di 29.1.2018 an de

QSD`ê diyar ku balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker gundên Dîkmedaş û Ereb Wêran ên girîdayî navçeya Şera bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mizgefta Selahdîn Eyûbî ya navçeya Cindirêsê bi topan hedef girt. Di encamê de beşekî mezin ji mizgeftê hat rûxandin û quran di bin kavilan de man.

Artêşa Tirk top avêt herêma Cindiêrisê û gundê Hemamê yê girêdayî wê. Her wiha balafirên keşfê li asîmanê navçeya Şêrawa geriyan.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk çiyayê Gir û navenda navçeya Bilbilê, bombebaran kir. Di encam de welatiyekî sivîl birîndar bû û zerar gihîşt mal û milkên welatiyan. Her wiha gelek pezên welatiyan jî mirin.

QSD`ê diyar kir ku hêzên wan balafireke keşfê ji cûreyaʺDironʺ ya Artêşa Tirk xistin xwarê. Her wiha li derdora gundê Merenaz ê girêdayî Şehbayê şervanên QSD`ê tangekeke Artêşa Tirk rûxandin.

Di 30.1.2018 an de

Li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê, şerên giran di navbera şervanên QSD û Artêşa Tirk, rû dan.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê sivîlên herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê topbaran kir.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundê Baflûnê yên navçeya Şer ya kantona Efrînê bombebaran kir.

Balafirên Artêşa Tirk ên şer çiyayê Xer ê navçeya Raco bombebaran kir.Helîkopterên Kopra jî derdora gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê bombebaran kir in.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk erebeyeke sivîlan dema ji gundê Hesen diçû navenda herêma Raco bombebaran kir.

Balafirên Artêşa Tirk gundê Xelîl ê navçeya Şiyê bombebaran kir û şerekî dijwar rû da. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li asîmanê gundê Memela yê navçeya Racoyê geriyan.

Artêşa Tirk welatiyekî sivîl li rojavayî bajarê Girê Spî birîndar kir.

Li derdora gundê Kevirê Ker yê herêma Raco şerên giran di navbera şervanên QSD û Artêşa Tirk û komên girêdayê wê de rû dan.

Artêşa Tirk herêma Raco topbaran kir û bi dehan top li navenda bajêr ketine.

Artêşa Tirk navenda bajarê Efrînê topbaran kir û di encama topbarana de, 12 sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Birçka Silêman, derdora Birc Heyder û Basûfanê û Gundê Mezin, Başmera yên Şêrawa bombebaran kirin.

QSD’ê diyar kir, ku di şer de 3 wesayitên artêşa Tirk hatine rûxandin.

Di 31.1.2018 an de

Cebhe El-Şebiyê li dijî artêşa Tirkiyê çalakiyek li gundê El-Etarb kiribû di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. Her wiha çalakiyek din li gundê Bukê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê lidarixist. Di encamê de de 15 çekdar û leşker hatine kuştin û birîndar bûne.

Zarokê bi navê Arhat Elîko ku di topbrana balafirên artêşa Tirk li ser taxa Turindê ya bajarê Efrînê de şehîd bû, li gundê Hemam jî sivîlekî ku nasnameya wî nehat naskirin şehîd bû.

Balafirên artêşa Tirkiyê bombe li gundê Xalta ango Xaldiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa kir û bi temamî wêran kir.

Li derdora gundê Qurnê, Girê Şêxurzê û Ibêdan ên girêdayî Bilbilê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê de şerên giran rû didin. Di encam de şehîd û birîndarên sivîl hebûn.

Artêşa Tirkiyeyê fûzeyek avêt taxa Turindê yê û di encamê de welatiyên sivîl birîndar bûn û piraniya wan zarok û temen mezin bûn. Navên 11 birîndaran eşkere bûn.

Şervanên QSD’ê li gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye ya Efrînê li dijî artêşa Tirk û komên çekdar yên wê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 3 leşker û çekdar hatin kuştin.

Di 1.2.2018 an de

Artêşa Tirk navenda herêma Cindirêsê û derdora gundê Kotana û Qerekola yên navçeya Bilbilê topbaran kir. Di encamê şerê li gundê Qerekola welatiyekî sivîl ê 20 salî birîndar bû.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê top avêtin gundên Omer Simo û Serînckê yên girêdayî navçeya Meydankê.

Şervanên QSD`ê li gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê rûxandin.

05.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً