LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Videographic- Artêşa Tirk 3 komkujî der heqê sivîlan de pêk aniye

Videographic- Artêşa Tirk 3 komkujî der heqê sivîlan de pêk aniye

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji destpêka operasyona artêşa Tirk a li ser Herêma Efrînê 3 komkujiyên bi hovan e hatine belge kirin. Li gorî zanyariyên ku herî dawî hatine girtin artêşa Tirk û çeteyên bi ser ve li gundên Celebra û Kobla yên navçeya Şêrewa û bajarokê Mebata yê kantona Efrînê komkujî pêk anîne, di encama wan de 23 sivîl şehîd bûne.

Li gorî ajansa Nûçeyan a ANHA’yê hate eşkere kirin ku ji destpêka operasyona Tikiyê a li ser Herêma Efrîn ê ku di 20 Çileyê de hatibû ragihandin 3 komkujî der heqê sivîlên Efrînê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.

Li gorî agahî û belgeyên ku derketine holê artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê 3 komkujî di nava du heftiyan de der heqê sivîlan de pêk aniye, hate eşker kirin ku di encama van komkujiyan de ku bi belafirên xwe li sivîlan daye 24 sivîlên penaber ku piraniya wan zarok in şehûd bûne, her wiha 10 sivîlên penaber ku bûne parçe û heta niha termên wan nayên naskirin hene û 20 sivîl jî bi giranî birîndar bûne.

Ajansa ANHA’yê balkişand ku piraniya sivîlên ku di van komkujiyan de şehîd bûne ji penaberên parêzghên Idlib û Şehbayê li kantona Efrîn ê ne.

Hate ragihandin ku di 21 Çileyê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li gundê Celebra ya bi ser navçeya Şêrewa a Kantona Efrînê ve komkujiyek hate kirin ku di encama wê de 10 sivîl şehîd bûne, her wiha 12 sivîl birîndar bûne.

 

Di 26 Çileyê de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê komkujiyek din li bajarokê Mebata ya Kantona Efrînê de pêk anîn, ku di encama wê de 6 sivîl ku ji malbatekê ne şehîd bûn.

 

Di 28 Çileyê de cardî artêşa Tirk û çeteyên bi ser ve komkujî li gundê Kobla yê navçeya Şêrewa a kantona Efrînê pêk anîn , di encam de 8 sivîl şehîd bûn, 7 sivîl birîndar bûn û 10 sivîl jî winda ne.

 

04.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً