LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Duh Holenda îro jî siwêd, Gelo sibe kiye ?

Duh Holenda îro jî siwêd, Gelo sibe kiye ?

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber êrîşa Tirkiyê a li ser Efrînê welatê Siwêdê civîna perlemantoyê lidardixe, di heman demê de karê xwe yê Diplomasî bi Tirkiyê re ibtal dike.

Li ser helwesta Holendayê û vekişandina Balyozê xwe ji Tirkiyê bi awayekî fermî, îro welatê Siwêdê jî serdana Wezîrê Derve yê Siwêdê ji Tirkiyê re rawestand.

Welatê Siwêdê îro di rêya daxuyaniyekê de ragihand ku plana serdana Wezîrê Karê Derve yê SiwêdM Margot Västrström ku plankirîbû serdana Tirkiyê bike hate ibtalkirin. Di daxuyaniya Siwêdê de hate ragihand ku ew hemû kar û xebatên Diplomasî di navbera Siwêdê û Tirkiyê de were rawestandin heta demekê ne diyar.

Hate ragihandin ku piştî dewleta tirkiyê di 20 çileyê de bi awayekî hovane êrîşî herêma Efrînê kiriye ku hejmarek mezin ji sivîlan bûne qurabnî Siwêd ev helwest nîşan daye. Daxuyaniya Siwêdê beriya civîna Parlamentoya Siwêdê a ji bo helwesta welatê wê li hemberî êrîşa Tirkiyê li ser Efrşînê hate dayîn.

06.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً