LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Infographic-Di şerê dijî Efrîn de Tirkiyê çekên NATO’yê bi kartîne

Infographic-Di şerê dijî Efrîn de Tirkiyê çekên NATO’yê bi kartîne

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê çekên NATO’yê di şerê dijî Efrînê de bi kartîne û ev yek ji dervey yasayên Hevpeymaniyê ye. Hate eşkere kirin ku ji aliyê Tirkiyê ve parçeyên çekan têne berhevkirin û ji nû de têne sazkirin da ku wan çekan ayidî xwe bike û ceayayan nexwe.

Şerê dijî Efrîn îro di roja xwe ya 18’an de dewam dike. Dewleta Tirkiyê û komên çekdar yên bi navê Mertala Firatê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigirin êrîşî herêma Efrînê dikin. Beramberî van êrîşan Hêzên QSD’ê parastina sivîlan diukin û bersiva êrîşan didin. Tirkiyê bi hincetên ne ber bi çav ku îdaa dike Efrîn ji terorê paqij bike. Her wiha tê zanîn ku Hêzên QSD ê piştgiriya xwe ji DYA di şerê dijî DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyayê de digirin.

Tirkiyê ji dervey yasa û biryarên NATO’yê tevdigere

Tirkiyê di sala 1952an de tevlî nava Hevpeymaniya NATO yê bû ye , hate diyar kirin ku Tirkiyê dixwaze di êrîşa xwe ya li ser Efrîn de vê yekê istixlal bike.

Hate eşker kirin ku Tirkiyê armanca êrîşa xwe ya li dijî Efrînê wekî ku îdaa dike ku hêzên li bakurê sûryayê bi cih dibin wek xeteriyeke li ser aramiya Tirkiyê dikin lewra vê êrîşa xwe bi parastina sînorê xwe bi nav dike ku bikaribe li gorî madeya NATO vê êrîşê rewa bike.

Li gorî madeya 5’mîn ya di hevpeymaniya NATO’yê de “Eger tu êrîş li ser welatekî di nava NATO de bê kirin wekî êrîşa li tevahî dewletên NATO de tê hesab kirin”. Tirkiyê dixwaze bi vê yekê NATO piştgiriya wê bike di şerê dijî Efrîn de lê heta niha dengê NATO derneketiye, lewra ji aliyê Tirkiyê ve beriya operasyona Efrînê were destpêkirin têkilî û serdanên bi welatên NATO re hate kirin. Hate destnîşan kirin ku heta ev biryar were erêkirin divê hemû endamên Hevpeymaniyê qebûl bikin û Meclisa Ewlekariyê biryayên pêwîst bistîne, lê ji ber ku Tirkiyê quralên hevpeymaniyê tecawiz kir bê piştgirî û destek ma, lewra ji komên bermahiyên terorê sûdê werdigre ku rojane li gorî bîlançoyan bi sedan ji wan têne kuştin.

Ji dervey tecawiza biryara NATO, di heman demê de hate tekez kirin ku Tirkiyê di şerê dijî Efrînê de çekên NATO bi kartîne û bi van çekan penaber, zarok û jin têne qetilkirin. Di belgeyên ku derketin holê hate eşker kirin ku Tirkiyê çekên giran ên di destê wê de ye û yên NATO ne cara yekemîn li Efrînê bikartîne.

Tirkiyê perçeyên çekên NATO bikartîne û dike ayidê xwe

Tikrkiyê da ku xwe ji nava NATO navêje û xwe hêzeke xurt di pêşesaziya çekan de bide diyar kirin û xwe ji cezayan biparêze, hate eşkere kirin ku perçeyên çekên NATO’yê berhevdike û wan di fabrîkeyên xwe de bi bîçim dike û bi vê yekê him xwe ji yasayên NATO diparêze û di milê leşkerî û pêşezaî de xwe dide pêş.

06.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً