LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / TSK bi bombekirina dibistanên Efrînê hevpeymana NY bin pê dike!

TSK bi bombekirina dibistanên Efrînê hevpeymana NY bin pê dike!

EFRÎN- TSK’ê di 5’ê çileyê de 4 Dibistanên navçeya Raco û Cindirêsê bombebaran kir. Hat diyarkirin ku ev bombebarankirina şûnwarên dîrokî, cihên pîroz û dibistanan dijî hevpeymana navdewletî ya NY’ê ye.

Topbarana dewleta tirk û komên girêdayên wê ya li ser herêma Efrînê di roja xwe ya 18’mîn de berdewam dike. Ji roja êrîşê 20’ê çileyê ya bi balafir û tang û topan sivîl û koçberên di kampan de hedef hatiye girtin. Li gor agahiyan, heta niha 129 sivîl hatine qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Dewleta tirk li dijî hevpeymana navneteweyî ya NY derdikeve

Li gor agahî, wêne û dîmenên ji herema Efrînê tên, leşkerên dewleta tirk û komên girêdayên wî êrîşên hovane pêk tîne. Di nava 18 rojên êrîşê de heta niha ku gelek şûnwarên dîrokî, mizgeft û dêr ji aliyê balafirên şer, top û tangan hatine bombebaran kirin, duh (5 çileyê) evcar 4 dibistanên seretayî û hwd hatin rûxandin. Di topbarana duh de Dibistana Navîn a Şehîd Demhat û Dibistana Şêxmûs ên li navçeya Raco, her wiha dibistanên li gundê Qurnê û Celemê yên girêdayên navçeya Cindirisê hatin bombebaran kirin. Dibistanên ku hatin hilweşandin û êdî ketine halê nayê bikaranîn de zarok jî ji mafê xwendinê mehrûm man.

Hat destnîşankirin ku bi bombabarankirina şûnwar, cihên pîroz û dibistanan re Tirkiye madeya hevpeymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya “Dibêje di tu şer û pêvçûnan de cih û warên dîrokî, pîroz û perwerdehiya zarokan neyên hedef girtin” binpê kiriye. Dewleta tirk di 29’ê çileyê de Mizgefta Selahaddîn a li gundê Celemê ya navçeya Cindirisê bombebarankiribû.

Bêdengiya hêzên navneteweyî dewam dike

Tevî ku dewleta tirk û komên girêdayên wî komkûjiya şêniyên heremê û penaberan dike û bi taybet duh 4 dibistanên heremê hilweşandin jî, bêdengiya hêzên navdewletî û bi taybetî jî saziya navneteweyî ya têkildarê mijarê Neteweyê Yekbûyî (NY) berdewam dike. Heta niha derbarê mijarê de tu helwestek cidî ku ji bo dewleta tirk dev ji van êrîşan berde nehatiye kirin.

06.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً