LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Cerablus ElBab Idlib Ezaz û Efrîn ji Tirkiyê re çi ne ?

Cerablus ElBab Idlib Ezaz û Efrîn ji Tirkiyê re çi ne ?

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi êrîşa Tirkiyê a li ser Efrînê projeyên demdirêj ê Tirkiyê ji bo avakirina karîdor û heremeke di bin desthilada wê de derdixe holê. Tirkiyê bi rêxistinkirina wan hereman û bi civînên Astana heremên Bakurê Sûriyê xistiye bin kontrola xwe de.

Wekî ku Enqera xebata xwe berdewam dike ku artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyeyê destnîşan dike, di heman demê de pêdiviye guhertina demografîk dibîne ku ji Tebaxa 2016’an de hewil dide bakurê Sûriyê dagir kir û serweriya xwe zêde bike. Hate eşekere kirin ku Enqera dixwaze tedbîrên lezgîn bigre da ku bi navê “Hikûmeta Navendî” û Netewî damezrîn e.

Li gorî nîşaneyên vê yekê hate xuya kirin ku di demeke bi lez de serweriya Tirkiyê li ser devera çekdarên Mertala Firatê zêde dibe, ku ew dever bi awayekî raste rast ji aliyê Tirkiyê ve hat dagirkirin. Ev desthiladarî ne tenê li ser damezrandina komên leşkerî an ewlehiyê ne, li gorî hate tekez kirin lê di nav deverên nêzîkî 3,000 kîlometr e li bakurê gundewarên Helebê di aliyê Derayî û aborî de jî Tirkiyê serweriya xwe berfireh dike. Ev eşkere ye ku polîtîkaya rêveberiya herêmê û birêvebirina herêmê li ser planên hûrgelan li ser bingehîn e ku ji bo pêvajoyeke kûr-rîdandî ya ku bi “pêşveçûna Tirkiyê têde” tê gotin bi lez bike.

Makron hişyariyê dide Tirkiyê ku bi armanca êrîşeke li Sûriyê neke daxwzeke a dagirkirinê

Li ser Rojnemeye ” Le Figaro ” ya firansî hate weşandin ku Serokê Fernsayê Macron diyar kiriye ku eger helwesta Tirkiyê a li Sûriyê bibe mijara dagiekirnê û ev yek ger derkeve holê, wê ev yek bibe sedema pêvajoyeke din ku veguhere ji çareserkirina gefa metirsiyê li ser sînorê Tirkiyê û berê wî bi dagirkirina xaka Sûriyê ve biçe, wê demê ev dibe persgirêka Fernsayê ya rast bi Tirkiyê re.

Hate ragihandin ku piştî hişyariya Fransayê ku gelek aliyan wiha daxuyaniya Macron şîrovekirin, Serokwezîrê Tirkiyê Benalî yildirim ji aliyê xwe ve ragihand ku tevahiya cîhanê divê bizanie ku Tirkiyê ne li gorî mentiqê dagirkirinê tevdigere û bi vê destnîşan kir ku deverên Mertala Firatê ber bi çavin.

Li gor daxuyaniyên rayderên Tirkiyê li heremên Mertala Firatê ” ne dagirkirine”

Di vir de pirsa ku tê kirin ew, Gelo dagirkirn çend rûyên wê hene?

Ger ku mirov li terz, şêwaz û tevgerîna Tirkiyê li Bakurê Sûriyê binêre derdikeve holê ku rûyê Tirkiyê yê serweriya osmaniyên nû tê meşandin.

Di rojên pêşîn ên destpêka operasyona dagirkirina herêma Efrînê Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyê Sulêman Suylo diyar kir ku Tirkiyê ji bo bajarokên Ezaz, Cerblûs û Mari’a ê rêveberên ewlekariyê û rêberên cendirmeyan li hemû saziyên herêmên nav borî ji aliyê Tirkiyê ve hatine tayînkirin. Ev daxuyaniya ji rayederên Tirkiyê ve nîşaniya dagirkirina Tirkiyê dide diyar kirin û tê xuya kirin ew dever têne Tirk kirirn da bikin parçeyek ji Tirkiyê ku bi ser de bibin.

Tirkiyê ziman û erdnîgariya Heremên ” Mertala Firatê ” di bin desthilata xwe de girêdide

Di çarçoveya planek a guhertina demgrafî li Sûriyê, Tirkiyê çend gav ji bo avakirina pergala perwerdehiyê avêtine, ji aliyekî din ve jî Tirkiyê çavdêriya xwe li ser deverên ku berî demeke bi peyman bi çeteyên DAIŞ’ê re hate radestkirin serweiya xwe ferz dike wekî heremên Cerblus û ElBab, hate eşkere kirin ku desthilatdariyeke ber bi çav heye û girêdana wê bi Tirkiyê re di rêya dîmen û wêneyên ku hatine belzvkirin heye. Hate tekez kirin ku Tirkiyê di dibistanên wan hereman de pergala pêşxistina zimanê Tirkî di pêvajoya perwerdehiyê de, her eyar kirina nêzî şeş hezar ji mamosteyan ji bo ezmûnan ya ji aliyê wezareta perwerdehiyê ya dewleta Tirkiyê ve nîşaneya vê yekê ye.

Ji aliyekî din ve jî li gorî karbidestekî Tirk hate diyar kirin ku wezareta perwerdê ya Tirkiyê giraniyê dide mamosteyên ji hemwelatiyên Tirkman li deverên Mertala Firatê ji ber ew di zimanê resen de xurtin. Tevî van xalan ev gavên balkêş ji aliyê Tirkiyê ve dide xuya kirin ku projeyên nêzîkatiyê yê gav bi gav têne çaverêkirin ku rêyên aborî, perwerde û xizmetguzrî bi Hikûmeta Tirkiyê re girêdayî ne.

Di berdewamiya pergala ku Tirkiyê li wan hereman dide rûniştandin, herî dawî ji aliyê Tirkiyê ve şaxê posta Tirkiyê ya fermî li bajarê Cerblûsê hate damezrandin, her wiha buroyên ji bo dravkirina pereyan hatine vekirin bi taybet pereyên Tirkî û Emerîkî di nav bazarên bajarên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve têne bikaranîn.

Da ku Tirkiyê rehet li wan hereman tevbigere û pergala xwe bide qebûl kirin xwedî têkilî ye lewra li gorî çavkaniyên ji nava opozsyona Sûriyê hate destnîşan kirin ku Enqera ji bo karûbarên navendî yên li herêmên Ezaz û Elbab bi hekûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê re ku pêre alîkar be di demeke kurt de xwedî têkilî ne, û her wiha bi tevgera ” Birayên misliman” ku Tikriyê piştgiriyê didê xwedî têkilî ye, da ku desthilatdariyê li ser deverên dagirkirî (Ezaz û ElBab) hakim be.

Guhertina bingeha Civakî tê kirin

Tevî xalên derbasbûyî, di herêmên Ezaz û Elbab de hin hewldanên dewleta Tirk ji bo guhrtina bingeha civakî jî çêbûn wekî çand û Hunera wan hereman . Hewldanên Tirkiyê ji bo kontrolkirina her tiştî li wan herêman eşkere bûn û wek adet tên nasîn. Ji çavkaniyên ji wê heremê hate eşkere kirin ku Tirkiyê kontrolkirina xwe bi rêya beşdarbûna berpirsyar û serleşkerên Tirk di şahiyên herêman de ye, çavkanî tekez kir kir ku di şahiyan de daxuyanî bi zimanê Tirkî têne dayîn ,govend û dîlanên ji filklora Tirkî tên pêşkêş kirin her wiha alên Tirkî û dirûşmeyên bi zimanê erebî û Tirkî têne gotin.

Tirkiyê bi eşîreyên heremê re têkiliyan xurt dike

Enqera ji bo prijeyên xwe girîngiya pêkhatiyên eşîran li herêmên Ezaz û Elbabê xem sar nekir. Bi vê yekê wekî ku hte ragihandin û di wêneyan de jî şênbere Tirkiyê bi rêya civîn û rêxistinkirina eşîreyan dest bi çêkirina komînan û desteyên kir.

Hebûna Tiriykê li bakurê Sûriyê xewnên kevin û metirsiyên eşkere ne

Destwerdana Tirkiyê ya niha ji Sûriyê re wek berê ye, ku Tirkiyê destwerdana xwe ya ji Idlibê re wekî ku cara yekeme pêşkêş kir û got ku em peymana kêmkirina şer li gorî civînên Asatana li Idlibê û gundewarên wê dixin pratîkê.

Hate ragihandin ku armanca destwerdana Tirkiyê ewe ku korîdorek an jî çêkirina herêmeke desthilat deriya Tirkî ji Bab El Hewa heta Cerablûsê rojavayî çemê Firat û ji bakur ve heta Babê, ji bakur ve jî Cisir El Şixûr heta Idlib û ji wir de jî heta Ezazê başûrê Heleb bi riya navçeya Cindêrsê ya girêdayî herêma Efrînê ye.

07.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً