LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hunermendên Îranî ji bo Efrînê kampanya dane destpêkirin

Hunermendên Îranî ji bo Efrînê kampanya dane destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN- 600 hunermendên Îranî ji bo piştgiriya Efrîn û şermezar kirina êrîşên artêşa Tirk yên li ser Efrînê kampanyEke îmzeyan dan destpê kirin.

Duh li paytexta Îran Tehranê 600 hunermend, lîstikvan, derhêner, nivîskar, mûzîsyen, helbestvanên Îranî, îmze ji bo rawestandina êerîşa li ser Efrînê avêtin û bi daxuyaniyeke hevpar û kampanyeyeke îmzeyan ya ji bo piştgiriya Efrînê û şermezar kirina êrîşên artêşa Tirk û komên girêdayî wê li ser Efrînê dane destpê kirin.

‘Herî zêde kurd bûne qurbanî’

Hunermendên Îranî bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan ragihandin. Hunermendên Îranî di daxuyaniya xwe de dane zanîn ku “bi sedê salan Rojhilata Navîn li ser destê kesên bê aqil yên bangeşeya Împaratoriyetê dikin birîndarê bûye ku ji şaristaniya Aşûriyan heya roja îro li ser destên wekî Erdogan û herî zêde Kurd bûne qurbanî. Vê carê piştî gelek têkçûnên Erdogan li Tirkiyê fermana êrîşên li ser Efrînê da.’’

Penaberên Sûriyeyî hatin istixlal kirin’

Diyalogên aşîtiyê yên li Tirkiyê di navbera Hikûmeta AKP’ê û PKK’ê de di sala 2009’an de destpêkirin, lê di sala 2014’an ji aliyê AKP’ê ve hate îptal kirin lewra rêya leşkerî da pêş. Erdogan Amed û Cizîra Bakurê Kurdistanê kir hedefa êrîşên xwe.

Ji destpêka şoreşa Sûryayê ve komên çekdar ji aliyê dewleta Tirkiyê ve derbasî Sûriyê dibin. Hate eşkere kirin ku Erdogan deriyê welatê xwe ji penaberên Sûriyayê vekir, lê ne bi armancên mirovî, li gorî çavkaniyên piştrastkirî armanca Tirkiyê ya sereke ew bû ku bi Milyaran pereyan ji Ewropayê li ser navên penaberan bigire bi vê yekê kampên penaberiyê istixilal kir. Hate diyar kirin ku di van kampan de çekdar hatine perwerde kirin da ku derbasî Sûriyayê bibin û planên Erdogan yên dagikeriyê pêk bînin. Wekî çawa hate zelal kirin li heremên Cerablus, Ezaz, Bab, Idlib û mînaka herî dawî hewildana wê jî dagirkirina Efrînê ye.

Bang hate kirin

Hûnermendên Îranî di berdewamiya daxuyaniya xwe de gotin ku ‘’Em weke beşek ji hunermendên Îranî bang li hemû gelên azadîxwaz û dewletên cîhanê dikin ku li beramberî êrîşa li ser gelê Efrînê tê kirin bêdeng nemînin. Di dawiya daxuyaniyê de bangawazî û daxwaz ji hemû Rêxistinên Mafê Mirovan yên navnetewî hate kirin ku alîkariyên mirovî û tendurstî ji bo xelkê Efrînê bişînin.

kampanya îmzeyan hêjî berdewame…

07.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً