LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Independent: Yên bi Tirkiyê re êrîşî Efrînê dikin DAIŞ’î ne

Independent: Yên bi Tirkiyê re êrîşî Efrînê dikin DAIŞ’î ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyê ji bo operasyona ser Efrîn bimeşîne derkete holê ku endamên DAIŞ’ê perwerde kiriye û wan bi navê ASA ber bi Efrîne şandiye. Rojnameya Independent têkiliyên Tirkiyê û DAIŞ ê eşkere dike.

Li gor rojnameya Independenta îngîlîzî ku di nûçeya xwe de eşkere kiriye ku Tirkiye çeteyên DAIŞê yên berê ji bo şerê dijî Efrînê tevlî Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) dike.

Endamekî DAIŞê yê berê bi navê Farac ku bi xwe ji Kantona Hesekê ye di axaftina xwe ya Independentê de dibêje: “Çekdarên ku li Efrînê şerê YPG’ê dikin û sivîlan qetil dikin piraniya wan endamên DAIŞê ne, Tirkiyê ew perwerde kirin û tektîka wan a şer guherand.” Farac da zanîn ku ji ber hin tecrûbeyên DAIŞ’ê di şerê hemberî hêzên QSD’ê de Tirkiyê ew bikaraniye lê vê carê bi tektîkekê cuda da ku xuya nekin ku ewê DAIŞ’î ne.

Endamê DAIŞ’ê di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Tirkiyê di destpêka operasyona Efrînê de got ‘ez şerê DAIŞ’ê dikim’ û însan xapandin. Lê di rastiyê de endamên DAIŞ’ê perwerde dike û wan ji bo şer dişîne Efrînê.” Li gorî agahiyên Farac, fermandarên ku endamên DAIŞ’ê perwerde dikin ji bo hevkariya Tirkiyê û DAIŞ’ê dernekeve holê tektîkên xwekujî û wesayîtên bi bombe qedexe kirin.

Her wiha li gorî ku rojnameyê destnîşan kiriye ku li gorî dîmenekî ku hatiye belavkirin tê de eşkere dibe ku endamên DAIŞ’ê di nav operasyona dijî Efrîn de hene, ku di dîmen de 3 çekdar derdikevin û dirûşmeyên terorîstan davêjin wekî endamên DAIŞ’î yên Şîşan û Tora bora li Evxanistanê.

Herî dawî jî rojnameyê tekez kir ku Tirkiyê xwedî têkiliyên veşartî bi rêxistina DAIŞ’ê re heye û ev têkilî ji destpêka sala 2011 an ji dema şoreşa Sûriyê de ye.

Hêjayî gotinê ye ku duh ji aliyê fermandarên artêşa Tirkiyê ve ji ber eşkere kirin komên ku di nav operasyona dijî Efrîn de şer dikin û binpêkirinên ku pêk tînin telfon her wiha kamîre hatine qedexe kirin, û ev yek vedgere dîmen û wêneyên rastiya êrîşa ku pêk tê ku li ser Tora civakî têne belavkirin.

08.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً