LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Karwan û sîstemên parastinên nû: Sînaryoyên nû li gundewarê Helebê ne

Karwan û sîstemên parastinên nû: Sînaryoyên nû li gundewarê Helebê ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirkiyê hewil dide ku derbasbûna xwe ya xaka Sûriyê rewa bike, lê hin aliyên ku vê yekê red dikin ku qebûl nakin xwedî şirîk bin ji wan re hene, bi vê yekê karwanên artêşa Tirkiyê ji destpêka derbasbûna wê û heta niha ji Sûriyê re tê armanc kirin.

Hate ragihandin ku karwanên artêşa Tirkiyê ji aliyê rêjîma Sûriyê û milîsên Îran ê her wiha careke din ji aliyê komên ku nehatine naskirin hatine armanc kirin. Ev demek ku artêşa Tirkiyê karwanên leşkerî ku ji alavên leşkerî pêk tê ji heremên çavdêriya Tirkiyê ku di civînên Asatana de li ser hatiye lihevkirin dişîne. Bi vê yekê hate eşkere kirin ku armanckirina rêjîma Sûriyê ji karwanên Tirkî re, rê da ku Tirkiyê ji 5 noqteyên çavdêriya xwe li gundewarê Idlib û Heleb ê bike 12 noqte.

Di 29’ê çileyê de karwaneke leşkerî yê Tirkiyê ku ji 100 alavên leşkerî û tangan pêk dihat derbasî herêma Idlib bû da ku berê xwe bide noqteya çavdêriyê ku beriya niha Tirkiyê ragihandibû, lê karwan rastî êrîşa rêjîma Sûriyê û milîsên Îranî ku li bajarokê ElHadir beramberî Telet ElÎs hat.

Her wiha di 30’ê çileyê de karwanek leşkerî ya Tirkiyê ber bi bajarokê ElEtarib ve hate kişandin ku li wê deverê heta demekê bi cih bû ku piştî wê hate eşkere kirin ku ew karwan berê xwe ji ElEtarib daye Telet ElÎs, li gorî dîmenên ku hatine weşandin hate diyar kirin ku ew karwan bi erebyeke bombebarkirî ku li kêleka rê hatibû bi cih kirin hate armanc kirin ku di encama wê teqînê de hejmarek ji alavên leşkerî yên karwanê hatin xerakirin her wiha 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, lewra bi vê yekê karwan bi giştî ji heremê vekşiya û ber bi Tirkiyê de zîvirî.

Di heman demê de di 5 sibatê de karwanek leşkerî Tirkî ku ji 65 erebeyên serbarî alavên leşkerî bûn derbasî Sûriyê bûn, çavakniyan diyar kirin ku ew alav ji bo bargeha Telet ElÎs hatibûn veguhestin ku di wê bargehê de 4 noqteyên çavdêriya Tirkiyê hatine avakirin heye. Heman carê karwan ji aliyê rêjîma Sûritê û milîsên Îranî ve hate armanc kirin û di encamê de pevçûn di nava herdu aliyan de rû da ku wekî çapemeniya Tirkiyê ragihandibû ku pevçûnekî giran di navbera komên ne diyar bi artêşa Tirkiyê re li noqteya çavdêriyê rû daye.

Li gotî zanyariyên ku hatine bidest xistin hate eşkere kirin ku niha 4 noqteyên çavdêriya artêşa Tirkiyê 3 ji wan li derdora Idlibê û Efrîn ê li aliyê Sûriyê, nêzî gundê Selwa û keleha Semanê, Girê ElŞêx Eqîl û ya çaremîn li gundewarê başûrê Helebê hene (Ku ew Telet ElÎs bi xwe ye, lê ev noqte heta niha ne hatiye tesbît kirin).

Di vê derbarê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi awayekî fermî di rêya Ajansa Andol ê a bi ser Hikûmeta Tirkkyê ve hate ragihandin ku yek ji Yekîneyên artêşa wê rastî êrîşeke tund ji aliykî ne naskirî ve hatiye hedef girt. Di daxuyaniyê de artêşê ragihandin ku leşkerekî Tirk hatiye kuştin û 5 jî birîndar bûne, di dawiya daxuyaniya xwe de artêşa Tirkiyê got ku wê bersiva jêdera êrîşê daye ku ew jî Telet ElÎs bû. Hêjayî bi bîr anînê ye ku li gorî agahiyên ji wan hereman, hate eşkere kirin  ku ji dema tesbît kirina noqteyên çavdêriya Tirkiyê her dem rakêşe di navbera Tirkiyê û milîsên Îran dedikevin, ku herî dawî li noqteya Telet ElÎs bi fûzeyên erd erd hatiye topbarn kirin.

Rakêşeya ku niha di navbera van aliyan de rû didin, li gorî ku tê şîrove kirin piştî êrîşên ser hev ên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê li ser noqteyên rêjîma Sûrî û hewildana derbasbûna Efrînê tê, her wiha piştî armanc kirina belafira Rûsî ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tikiryê ve.

Hate destnîşan kirin ku di dema niha de rakêşe di navbera Hêzên Tirkiyê û Îranî de li heman heremê derdikeve ku ev yek vedgere daxwaza Tirkiyê a derbasbûna başûrî Helebê, ku ev yek jî tersî pêşveçûna rêjîma Sûriyê tê ku niha bi milîsên xwe yên Îranî berê xwe dide bajarê Seraqib ku niha di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam de ye (Cebhet ElNusra).

Ji rakêşeyek balkêş jî , rêjîma Sûriyê dest bi belavkirina sîstemên parastina Hewayî li gundewarê bakurê Helebê kiriye da ku êrîşa ser hêzên xwe û milîsên girêdayî wê biparêze.

08.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً