LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêjîma Sûriyê amadekariya şerekî nû li Bakûrê Heleb û Idilbê dike

Rêjîma Sûriyê amadekariya şerekî nû li Bakûrê Heleb û Idilbê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî tevgera Rêjîma Sûriyê amadekariya şerekî nû li bakûrê Heleb û Idilbê dike, her wiha şerê ku tê payîn di navbera wê û Tirkiyê de piştî nakokiyên di navbera herdu welatan de ye.

Fermandarekî Koalisyona Leşkerî ya ku piştgiriya Rêjîma Sûriyê dike ragihand ku di 5 çileyê Rêjîma Sûriyê parastinên hewayî nû û moşekên dijî belafiran ji ji bo herêma Heleb û Idilbê şandiye.

Fermandarê leşkerî got ku artêşa Rêjîma Sûriyê parastinên hewayî nû û moşekên dijî belafiran şandine xalên pevçûnên ku di navbera Rêjîma sûrî û grupên çekdar ên giryêdayî dewleta Tirkiyê li gundewarê herêma Idilb û Heleb ê ne. Fermandar diyar kir kju ew parastin,n hewayî wê esmanê Bakurê Sûriyê bi parêzin.

Wek ku tê zanîn ku ev demeke di navbera Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de nakokî derdikevin û ev yek piştî hedef girtina grupên Şîaa û Rêjîmê ji karwanekî leşkerî yê Tirkiyê li rojhilatî bakûrê Idilbê re hat, her wiha hate diyar kirin ku Rêjîma Sûrî amadekariyên xwe û şerekî berfireh ku bi dewleta Tirkiyê re veke.

Hate destnîşan kirin ku tedbîrên Rêjîma Sûriyê û hevalbenda wê Rûsyayê piştî tecewaza Tirkiyê Kantona Efrîn, her wiha xistina belafira Sîxor24 a Rûsyayê hate destpêkirin, ev yek nakaokî û pevçnên nû di navbera her yek ji Tirkiyê, Rûsya û Rêjîma Sûriyê de vekir.

Piştî ku artêşa Tirk û grûpên çekdar di 20 çileyê de êrîşî Herêma Efrînê kirin , her wiha piştî xistina belafireke Rusî sîxor24 ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê nakokî û derbasbûna şerekî nû derkete hol ku Rêjîma Sûriyê dest bi zimanê tehdîdê li hemberî Tirkiyê kir. Hate eşkere kirin ku Tirkiyê li hemberî vê bûyerê bê deng ma. Hate zanîn ku çekdarên li Sûriyê şer dikin derbarê bê dengiya Tirkiyê her wiha barandina Kîmyasel bi ser wan de bû sedema civînek awarte û di civîna xwe de xeteriya ku têde nirxandin.

Li gorî çavkaniyên Îranî hate destnîşan kirin ku di 4 Sibatê de civînek ewlekarî û leşkerî li Bexdayê hat lidarxistin. Çavkaniyan eşker kirin ku kesên tevlî vê civînê bibûn Istixbaratê Sûriyê, Iraq, Îran û Rûsiya bûn, hate zanîn ku di civînê de nîqaş li ser rewşa ewlekariyê li Sûriyê û Iraqê hate kirin heman serbarê plan hate dayên ku çawa vê gavê li pêşxin hate nîqaş kirin.

08.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً