LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Sûriyê balafirekî şer a Îsraîl xist

Sûriyê balafirekî şer a Îsraîl xist

NAVENDA NÛÇEYAN – Di herêma sînor a Sûriye-Îsraîl de tevgerînek awarte heye, hat diyarkirin ku sîstema parastinê ya asîmanî ya Sûriyê balafirekî şer a F-16 ya Îsraîl xist. Şêniyên herema li sînor dijîn, dan zanîn ku li heremê gelek dengên teqînê bihîstin e.

Li gor agahiyan, di herêma sînor a Sûriye û Îsraîlê de tevgerînek awarte tê jiyîn. Hat destnîşankirin ku sîstema parastinê ya asîmanî ya Sûriyê balafirekî şer a tîpa F-16 ya Îsraîlê xistiye. Hat diyarkirin ku gengeşiya mehane ya di navbêra Îsraîl-Sûriyê de dewam dikir, îro serê sibehê zivirîn pêvçûnan.

ÎHA yê aîdê Îranê hat xistin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di hûndirê sînorê Sûriyê de balafirekî bê însan a aîdê Îranê bû xistine.

Piştî vê agahiyî çend deqîqeyan, hat ragihandin ku  ji aliyê Sûriyê ve fuzeyek hatiye avêtin û balafirekî şer a tîpa F-16 hatiye xistin. Pîlotan ji balafirê bi birîndarî filitîn.

Ji Sûriyê daxuyaniya fermî

Ji aliyê Rejîma Sûriyê ve daxuyaniyek fermî hate dayîn û ragihand ku sîstema wan a parastinê ya fuzeyan zêdetir balafiran xistiye û ji ber ku baregehekî Îsraîlî ya li welat derkete tearuzê wan li balafiran xistiye.

Sîrenên alarma sor lê da

Ragihandina Îsraîl, ji ber fuzeyên ji aliyê Sûriyê ve hatine avêtin bû sedema ku li bakurê welat sîrenên alarma sor lê bide. Cihê yekemîn ku sîren lê da Beyt Şean a li Girên Golan bû, piştre li cihên din jî dengê alarmê hat bihîstin.

Dengê gelek teqînan hat

Şêniyên li heremên sînor dijîn, ragihandin ku di nava nîv seatên dawî de wan gelek dengên teqînan bihîstin e. Îsraîl, di salên dawî de li Sûriye gelek êrîşên fuzeyê pêk anî û li gelek hedefên leşkerî hingavt.

10.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً