LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Videographic – Bîlançoya windahiyên artêşa Tirkiyê û ASA’yê li Efrîn ê

Videographic – Bîlançoya windahiyên artêşa Tirkiyê û ASA’yê li Efrîn ê

NAVENDA NÛÇEYAN – Di berdewamiya êrîşên artêşa Tirk û komên girêdayî wê, Şervanên Efrînê di eniya pêş de ji bo sivîlên wê wekî Mertalan şer dikin. Ji 20 çileyê û heta 2 sibatê bîlnçoya windahiyên artêşa Tirk hatin tesbît kirin. Herî dawî bi serkeftina xistina belafirê ji qadên şer hate ragihandin.

Ji aliyê Tirkiyê ve di 20 çileyê de operasyona dagirkirina Herema Efrînê hate ragihandin, di vê derbarê de ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ku bi ASA tê binav kirin dest bi topbaran û êrîşên li ser gundên sînorî ên Efrînê hate kirin.

Tirkiyê da ku Efrîn bi îdaayên ku terorîstê ji wir baqij bike û 3 milyon û nîv penaberan vegerîne dest bi vê operasyonê kir ku heta niha jî bi topên xwe bi sedan ji sivîlên heremê kiriye hedef. Ji bo parastina sivîlên heremê Hêzên QSD ê ku zarokên Efrînê bi xwe ne wekî Mertalan li ber xwe didin û ev yek rê neda ku Tirkiyê derbasî Efrînê bibe wekî ku wê digot di 3 saetan de wê baqij bike, lê roja 21 an derbas kir û hîn li cihê xwe ye.

Di nava 21 rojan de ji berxwedaniya Hêzên Efrînê QSD, YPG û YPJ gelek windahî gihandin artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê.

Di nava 21 rojî de ji operasyona şoreşgerî li Efrînê ku Hêzên Efrînê ragihandibûn ji 20 çileyê û heta 9 sibatê ve derbarê windahî û binkeftinên artêşa Tirk agahiyên piştrastkirî di Infographica ku hatiye amadekirin derdikeve holê. Di operasyona şoreşgerî de ev agahî hatin dayîn: 679 ji artêşa Tirk û komên girêdayî wê ku êrîşî dikirin hatin kuştin, 56 alavên leşkerî ên çeteyan hatin îmha kirin, 16 noqteyên artêşa Tirk hatin tesbît kirin û armanc kirin, 334 pevçûn di navbera şerevanan û çeteyan de rû daye û 5 operasyon û kemîn li Şehbayê ji çeteyên ku dixwestin derbas bibin hate dayîn.

Bi vê yekê şervanên Efrînê heta kêliya amadekirina vê raporê li ber pêşveçûna artêşa Tirk di eniyê de ne, ku niha hate ragihandi jî ji aliyê şervanan ve belafira Helîkoptera Tirkan hate xistin.

(Rêbaz Azad û Rêvana Mêrxas)

10.02.2018

Rojev4

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً