LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji çiloyekî zeytunê ji Erdogan re bernadin

Şêniyên gundê hat bombekirin: Em ji çiloyekî zeytunê ji Erdogan re bernadin

EFRÎN – Şêniyên gundê Kefara Sefrê yê Cindiresê bertek nîşanî Erdogan dan û gotin: “Efrîn Efrîna me ye. Darê zeytûnê pir buha ne li cem me. Em çiloyekî jî bi Erdogan bernadin.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê 23 roj in didomin. Li gel hemû êrîşan jî gel warê xwe naterikîne û jiyana xwe didomîne. Şêniyên gundê Kefar Sefrê yê Cindirêsê ya Efrînê ku bi rojan ji aliyê Hêzên Çekdar ê Tirk (TSK) ve hat bombekirin, destnîşan kirin ku tevî hemû êrîşan jî ew ê qadên xwe yên jiyanê neterikînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Ukaş ku diyar kir ew dikandarê gundê Kefar Sefrê ye wiha axivî: “Ez dikancî me, ez li pêşî dikanê xwe rûniştime. Îro 3 rojin topên li ser me berdewam in. Niha li dor me tijî qiçik in. Ev qiçikina ecêb ne gune ne ji ber van topan, tangina direvin derin. Hinek jê li bavên wan dikevin dimirin, hinek jê jî birîndar bûne, ê nan tune bixwin hene. El hemdilîllah heval tiştekî ji me kêm nakin û em piştî hevalan jî bernadin.” Xelîl Ukaş perçeyeke ji topên ku li gund ketine nîşan da û got: “ Îro roja sisiya ye şer berdewam e û vê topina davêje me. Niha jî şeş malên gund bi topan xera bûne.”

‘Efrîn a Efrîniya ye’

Şêniya gundê Kefar Sefrê Meryem Huso destnîşan kir ku gelek caran qadên wan ên jiyanê hatine bombekirin û wiha got: “Ez ji gundê Kefar Sefrê me. Dayika 3 hevala me. Ez bi xwe jî di komînê de me. Di Kefar Sefrê de, ewqas derb hatin me û ewqas şer bû jî em derneketin. Em ji gundê xwe dernakevin. Li vir em bi kêf in, em sax in û em rihet in. Înşellah Erdogan bi me nikarî. Bihostik erdê me jî nikare ji me bibe. Û înşellah wê pir poşman jî bifetile û çi bike bi me nikare. Efrîn Efrîna me ye. Ev erd erdê me ye. Darê zeytûnê pir buha ne li cem me. Em çiloyekî jî bi Erdogan bernadin. Xwedê bi YPG’ê re be, bi YPJ’ê re be.”

Du jinên ku li qada hêşîn a gund pincar kom dikirin jî, anîn ziman ku herî zêde zarok ji top û bombeyan bandorê digirin. Jinan got: “Qezîfe tên gund. Zarokên me hûr in. Geh em dibezin hundur geh em dibezin derve. Dema li nêzîkî me bikevin zarokên biçûk ditirsin. Em hewaleyî Xwedê dikin. Em karê xwe jî dikin. Xwedê we hemûyan muhafeze bike.”

11.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً