LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 700 zarokên girtî rastî tundiyên curbecur di zindanên Tirkiyê de tên

700 zarokên girtî rastî tundiyên curbecur di zindanên Tirkiyê de tên

NAVENDA NÛÇEYAN- Komisyona Şopandina Girtîgehan a Buroya Amedê ‘Rapora binpêkirinên mafan ên Saziyên Înfaza cezayan a sala 2017an’ eşkere kir û ragihand ku li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye. Di raporê de hate tekez kirin ku zarokên girtî rastî tundiyên curbecur dibin.

Komisyona Şopandina Girtîgehan ya Navenda Mafên Mirovan a Buroya Amedê, ‘Rapora binpêkirinên mafan ên Saziyên Înfaza cezayan a sala 2017an’ eşkere kir. Di daxuyaniya ku li avahiya alîkariya Dadwerî ya Buroya Amedê hat dayîn de, endamên Komisyona Girtîgehan jî di nav de gelek kes amade bûn. Endamê Komîteya Rêveberiya Baroya Amedê Neşet Girasun di civînê de axivî û diyarkir ku rapora wan amade kiriye, rapora herî berfireh ya 10 salên dawî ye. Girasun ragihand ku ji 18 qadên cuda pirsgirêk di raporê de cih digirin û got, wan serî li 20 girtîgehên cuda dane, 40 caran ziyaret pêk anîne, bi 92 girtiyan re hevdîtin hatiye pêkanîn û agahiyên ku van kesan dane di raporê de bi cih digirin.

Girasun daneyên binpêkirinên mafan yên di raporê de wiha rêz kir:

Zarokên girtî yên di nava komên dezavantaj de, di serî de tên. Gelekî rastî binpêkirinên mafan tên. Di roja îro de tê nîqaşkirin ku girtîgehên zarokan bên girtin, li gelek girtîgehan gelek zarok rastiyê tundiyê tên.

Mafê tenduristiyê têne astengkirin (muayeneya an kontrolkirina bi kelepçe, li zindanê qasî ku pêwîst bike bijîşk tune ne, sewqên nexweşan û rakirina zindaniyê û nexweşxaneyê dereng tê xistin) girtîgehên ku tên ziyaretkirin, li hemûyan jî ev pirsgirêk hene.

Zarokên piçûk ên bi dayikên xwe yên girtî re li girtîgehê dimînin, di warê fîzîkî û derûnî de bi gelek pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.

Gelek girtiyên sirgûnî girtîgehên cuda tên kirin, destê wan ji piştê ve tê kelepçekirin, gelek caran personelên girtîgehê bi gotin û fîzîkî êrîşê wan dikin.

Ji bo vê rewşa derveyê hiqûqê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin hat kirin û dozger got ku ‘Der barê vê rewşê de agahiya min tune ne, berî ku bikevin saziya înfazê ya ceza ji bo serlêdanê destûr ji min bihata xwestin, dê stajyer bikaribûna bi girtiyan re hevdîtin pêk baniya .”

Piştî OHAL li tevahiya welat hat îlankirin, binpêkirin û pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûn.

Girasun pêşniyarên wan yên derbarê binpêkirinên mafan de jî wisa rêz kir:

-Divê hemû girtî mafê xwe yên parastin û moraliyê bi awayekê aktîf bikar bînin.

-Divê panel û semînerên derbarê mafê mirovan de, ji bo personelên girtîgehan bên dayîn.

-Divê girtîgeh dest ji hemû binpêkirinên xwe yên mafên mirovan berdin û parastina bi zimanê kurdî bê qebûlkirin.

-Di warê girtina girtîgehên zarokan de, divê mînakên cîhanê baş bên nirxandin û ji bo girtîgehên zarokan qadên jiyanê yên bi tenduristî bên avakirin.

-Divê ji bo zarokên bi dayîkên xwe re girtîne, pêdiviyên derûnî bên dayîn û qadên baş bên avakirin.

-Divê rêxistinên civaka sivîl bi awayekê pir vekirî karibin girtîgehan ziyaret bikin û ji bo vê yekê qanûn bên sererastkirin.

Li Tirkiyê heta niha 700 zarok bi sucên ku nayên zanîn her wiha ji ber tuhmetên dayikên xwe di zindana de ne.

Tirkiyê di berdewamiya girtina ku pêk tîne bi taybet piştî derbeya 15 Tîrmehê hejmara girtiyan zêde bûye, herî dawî ji aliyê Wezîrê Dadweriya Tirkiyê Ebdilhemîd gul hate ragihandin ku ewê 45 girtîgehên nû di sala 2018 an de avabikin, gul destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hejmara girtiyan ber bi 275 hezar girtiyî ewê zindanên nû avabikin. Hate ragihandin ku Tirkiyê zindanên nû li gorî sîstema ku yek kesekî an du kesî bihewîne hatine çêkirin.

Li Tirkiyê 384 girtîgeh di nav de yên girtî û vekirî hin ji wan taybet ji zarok û jinan re hene. Hate eşker kirin ku ew zindan 207 hezar û 339 kesan dikare bihewîne.

12.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً