LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Gelê bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya Efrîn li ser piyane

Gelê bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya Efrîn li ser piyane

NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li kantona Qamişlo û bajarê Minbic gel daketin qadan û piştgiriya xwe ji bo Herêma Efrînê dûbare kirin.

Îro roja 24’an ji berxwedaniya gelê Herêma Efrînê li hember êrîşa dewleta Tirkiyê û komên girêdayê wê yên Mertala Firatê û komên di bin navê ASA de. Komên di bin navê ASA de wek Nûr Dîn el Zinkî û Feyleq El şam xwe ji parêzgeha Idlibê vekşand û ber bi Efrînê de hatin şandin û tevlî operesyona li dijî Efrînê ya bi navê Şaxê Zeytûnê bûn li ser daxwaza serokmarê dewteta Tirk Erdogan.

Hêjayî gotinê ye ku gelê bakurê Sûriyê û li Cîhanê li dijî vê êrîşê rojane dadikevin qadan û li dijî vê operesyonê helwestên xwe nîşan didin.

Îro jî gelê kantona Qamişlo daketin qada helwesta xwe nîşan dan. Bi silogana daxwaza rawestandina şerê li dijî Efrînê, Erdogan bi tirsonek di êrîşa li dijî Efrînê nîşan dan û tevlîbûna xwe ji berxwedana Efrînê diyar kirin.

Li bajarê Minbic jî gelê bajêr ji pêkhatiyên Ereb û Kurd bi meşek girseyê piştgiriya xwe ji Efrînê re nîşan dan. Meş bi silognê piştgiriya projeya biratiya gelan hate lidar xistin. Terorîst Erdogan û komên girêdayê wî bi nav kirin. Her wiha bi silogana wek ku Kobanê bi ser ket di şerê dijî DAIŞ Efrîn jî dê bi ser keve.

12.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً