LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Wê Tirkiyê di nava penca berxwedaniya Efrîn de têk biçe

Wê Tirkiyê di nava penca berxwedaniya Efrîn de têk biçe

NAVENDA NÛÇYAN – Her çiqas dewleta Tirk bi teknîk û polîtîkeyên curbecur ku derbasî roja 24 an a êrîşên wê li ser Efrînê dibe, nikarîbû tu gavan bavêje, berxwedanî û dijminê xwe baş naskirin esasê serkeftina Efrîn e.

Operasyona Tirkiyê li ser Efrînê didome lê wê li kuderê bisekine, Tirkî ji beriya operasyonê û heta niha ve jî giranî dide propoxendeya hêzên xwe û şerê taybet pir bi kar tîne û ev yek pêwîst bû. Tirkiyê ev yek kir ku di nava deweletên cîhanî de şerim neke ji ber ku di ti dîrokê de nehatiye dîtin ku serokê dewletekê şerê ragihandinê ji seherê û heta êvarî de bike û bi dewletan re hevdîtinên li ser telîfonan li darbixe, di vî şerê taybet de yê ku Tirkiyê niha hewildanê wê dike armanc ewe ku bala dunyayê bi tevahî bikşîne ser girêdana di navbera YPG ê û PKK ê de ku wê bi terorê bi nav dike, da ku êrîşên xwe rewa bike û armanca xwe wiha pêk bîne, her wiha dewletên Emerîka û Rûsya yên ku li ser xaka Sûriyê niha dimînin li hemberî karê xwe yê ji dervey yasayan bê deng bike.

Lê her dem encamê polîtîka şaş wê encameke şaş derxe holê, ji ber ku polîtîka Tirkiyê niha ters lê vegeriya ye û pirseke nû li cîhanê dayê kirin ku pêşberî me tê tevî ku ev pirs di berxwedaniya Kobanê de bê bersiv nema ku ev pirs jî ewe ku gelo PKK ê terror e yan jî ji bo parastina gelê xwe şer dike, ev pirs eger bersiva wê ji dunyayê re bi giştî di aliyê rast de ku parastinê dike were dayîn, wê Tirkiyê were tune kirin ji ber ku ew hebûna xwe di wê de dibîne. Di heman demê de ji ber ku Tirkiyê bi behaneya ku wê terrorê ji heremê baqij bike destwerdana xaka Sûriyê dike. Tê diyar kirin ku hêza ku niha Tirkiyê li hemberî wê şer dike opozisyonekek xurt li hemberî desthiladariya Tirkiyê ye ku li gorî ku hate eşkere kirin ev zêdetirî 30 salaln e li hemberî vê hêzê Tirkiyê şer dike, tişta ku derdikeve holê ewe ku opozisyona li hemberî Tirkiyê ne kêm e.

Ji ber ku yê bi hinceta PKK ê gund bombebaran dikir Tirkî bû û yê ku niha zarokên Efrînê dişewitîne jî Tirkî ye û îdaya Tirkiyê a kirina wê yekin (Teror) e. Tirkiyê di rastiya xwe de şerekî demografîk pêk tîne lewra guman kir gelê Efrînê ji ber topaban bireve û bi vê gel tune bike ku daxuyaniya Erdogan ew bû ku 3 milîon û nîv penaber li Efrînê bi cih bike, lê ev yek ji desthiladariyan re ne tiştekî nû û ecêb e ji ber ku li dunyayê bi giştî şoreş li kurderê pêkeve wê di bin navê terorê û ewlekariya xwe ya netewî de şoreşê biifetisînin. Şoreşa Rojava ne wekî her şoreşê ye û kurd jî ne yê berê ye lewra heta ku dunya bighêjê vê rastiyê ku gihîtoyê û Erfogan dawiya xwe bibîne wê gelek sivîl sînga xwe li ber guleyan vekin ku ew helwesta şervanên Efrînê ye jî. Di vegera me ya operesyona Efrînê de tişta ku ji her kesî re belî kir ewe bû ku li sûrî şoreş tune ye û bi tenê li Bakûrê Sûrî heye ji ber ku ji dema opozisyon û grûpên çekdar ên girêdayî wê xwe teslîmî çavkaniya terorê Tirkiyê kirin artêşa azad ASA ji çarçoveya şerê Esed hate derxistin û berê wan ji aliyê Tirkiyê ve ber bi şerê kurdan de bir. Her wiha ji ber ku Tirkiyê dergşûa vê opozisyona ASA yê ne tenê şerê Efrînê şerê Sûrî bi giştî bûye şerê berjewendiyên dewletan û guhertinên herî dawî nîşaneya vê yekê ye.

Tirkiyê dikare Efrînê bigre yan na?

Polîtîka Tirkiyê di operasyona Efrînê de armanca wê koçberkirina miletê wê bû da ku Efrîn vala bimîne bê milet be û malên wê li ser serê şervanên wê birûxîne, ji bo vê yekê jî wargehek li ser sînor hazir kiribû, lê di berxwedana Şehîd Barîn û hevalên wê de pir tişt zelal bûn û ya herî giring ji berxwedana Efrînî mirov dighêje ku sînor bi xwînê ango bi îradeya şervanên wê tê ava kirin. Ne wekî ku Erdogan xeyal kiribû bi çek û teknîka di destê xwe de Efîn tune bike.

Da ku operasyona dagirkirinê rewa bike hedef niha gundên Ereb in?

Artêşa Tirk di daxuyaniya xwe de dibêje ew ber bi Efrînê de bi rengekî fermî neçûye lê destekê di hin cihan de dide ASA. Tirkiyê ji bo ku şikestina xwe li ser sînorê Efrînê veşêre niha artêşa wê giranî dide gundên ji pêkhateyê Ereba, lê di kûrahiya xwe de ev opersyon mesaceke ji bo gelek dewletan û ji wan Emerîka, Iran û Rûsya yên ku di gelek herêman de Tirka xapandin e.

Ji aliyekî din ve jî da ku Tirkiyê di bikaranîna ASA de ne cihê gumaniyê be her wiha da ku ASA razî bike û nakokiyên wê bi xwe re ji ortê rake heremên ereb xiste hedefê. Herî dawî li gorî belge û dîmenên ku dihatin weşandin ji aliyê komên ASA ve pevçûn bi asrtêa Tirkiyê re derket ku çi karê wan li Efrîn heye ango dixwest ji Efrdogan re bêje hayê me jê heye ku tu berê me dide ku.

Efrîn baş dijminê xwe nas dike

Efrîn wekî erdnîgarî ji kantonên dîtir ên Rojava dûr e û vekirina rê û korîdorekê di navbera wê û Kobanê de Federaliya rojava li dunyayê feriz dike, ev 7 sal gelê Efrînê hazirtiya xwe ji bo êrîşek bi vî rengî dikin. Di hemn demê de şerê di navbera Kurdan û Tirkiyê de ne nû ye ji ber ku ev 40 sal li dijî vê faşîzmê şer tê meşandin û derbeyên pir mezin dixwe lewra kîna Tirkiyê ewqas zêde ye. Ji ber vê yekê dijminê xwe baş nas kirin şikestina wî ne zehmete û serkeftina te misoger e.

(Ciwan Baran)

12.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً