LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi wêne – Encama topbarana Tirkiyê li Efrîn ê

Bi wêne – Encama topbarana Tirkiyê li Efrîn ê

NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja 24 a Berxwedana Serdemê li Efrînê artêşa Tirk û komên girêdayî wê kiryarên xwe yên topbaran revandin û diziyê didomînin. Şervanên QSD jî berxwedaniya xwe didomînin û erka xwe pêk tînin.

Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê (ASA) di êrîşên xwe ên dagirkrina Efrînê de berdewamin. Ev 25 roj in ku herêma Efrînê rastî êrîşê tê.

Duh di 12 sibatê de navçeyên Efrînê Bilibilê, Mebata, Raco û Şêra yê rastî topbarana belafirên artêşa Tirk hatin û di encama topbaranê de 7 sivîl birîndar bûn, her wiha tevî qetlkirina sivîlan artêşa Tirk li gundê Omer Sîmo yê navçeya Şera 3 sivîl ku navê wan ne hate zanîn hatin revandin.

Duh di 12 sibatê de artêşa Tirk kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan a li navçeya Mabetayê hedef girtin, di encamê de welatiyên bi navên ″Mihemed Ehmed Casim (20) koçberekî ji Bûkemalê ye, Hisên Mihemed Elo (32) û Demhat Reşîd Elo (21) ji gund Domliya, Celal Ibrahîm Seydo (24) ji gundê Ebdane û Mihemed Ehemd Behrî (47) ji gundê Şêxotkta″ birîndar bûn.

Her wiha di encama topbaranê de li gundê Kefer Nasih ê ji navçeyê Mabeta welatiyê bi navê Mihemed Selûm Şermox (23), li gundê Hêcka yê navçeya Şiyê jî welatiyê bi navê Hisên Silêman (37) birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxaneyên li Efrînê û tên dermankirin.

  

  

DI heman demê de duh ji aliyê QSD ê ve hate ragihandin ku dibistana seretayî ku Yûnisiv avakiribû hate topbaran kirin.

Her wiha hate ragihandin ku li derdora gundê Şêxûrze yê navçeya Bilbil ê, gundê Derbalûtê û li gundê Dewa yê navçeya Cindirêsê şerekî giran rû dabû.

Di heman êrîş û pevçûnan de artêşa Tirk topan li ser gundên Enhecere yên mezin û biçûk ên navçeya Mabata, li gundên Cindirêsê Derbalût ê û Girê Dewa û li gundê Berkaşê yê Bilbilê dibarand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk li gundê Omer Sîmo yê navçeya Şera yê welatiyên bi navê Mehmûd Mihemed Xedro (46), Henîf Welîd Welo (42) û hevsera wî Ceylan Îmad Mihemed (33) revand. Nayê zanîn bê welatiyên hatine revandin birine ku derê û çi bi serê wan hatiye.

13.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً