LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dayika 5 zarokan bi hestên dayikbûnê dibe şervan

Dayika 5 zarokan bi hestên dayikbûnê dibe şervan

NAVENDA NÛÇEYAN – Jina bi navê Zîlan Reqa ku dayika 5 zaroka ye, piştî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û armanc kirina sivlan ku piraniya wan zarok in bi hestê xwe yê dayikbûnê tevlî nava YPJ ê dibe.

Zîlan Reqa ku bi eslê xwe ji Reqa ye û dayika 5 zaroka ye dema dibîne ku çawa zarokên Efrnê ji zaroktiya xwe têne qut kirin û di nav ewqas buyerên bi êş de ne, wê biryar da ku ji bo Efrîn biparêz e tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bibe.

Zîlan Reqa destnîşan kir û got ku komkujiyên ku DAIŞ ê bi serê Reqayê de anî bû sedema ku tevlî nava Hêzên Asayîşê bibe da ku bajarê xwe biparêze. Zîlan diyar kir ku dema ew êrîşên terorî û hovane li ser Efrînê dît xwest tevlî nava refênYPJ’ê bibe.

Zîlan bi hestê dayikekê anî ziman û got ku zarokên Efrîn jî mîna zarokên wê ne û ew amade ye ku ji bo wan canê xwe bide. Zîlan di dawiya axaftina xwe de got ku heta dawî ewê li hemberî zilm û êrîşa dewleta Tirk rawestin.

13.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً