LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / QSD: Erdogan hesab nekir ku Beyreqdar dê ji esmanê Efrînê venegere

QSD: Erdogan hesab nekir ku Beyreqdar dê ji esmanê Efrînê venegere

NAVENDA NÛÇEYAN- Duh li Efrînê şervanên YPG’ê belafirek bê mirov ya dewleta Tirk li gundê Qudê ya navçeya Raco xistin xwarê.

Îro roja 25’an ji operesyona li dijî Herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê yên navê ASA li xwe dikin.

Artêşa Tirk û komên girêdayê wê bi hemo hêza xwe êrîşî herêma Efrînê dikin. Artêşa Tirk bi tank, belafir û topan êrîş dike. Ji ber vê yekê rojane sivîl dibin qurbaniya hovîtiya van êrîşan.

Hêjayê gotinê ku Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê bersiva van êrîşa dide. Ev hêzana li gor mafê xwe yê parastina rewa tev digerin.

Şervanên YPG`ê li gundê Qudê ya girêdayî navçeya Raco balafireke keşfê ya artêşa Tirk ji cûreyaʺBeyreqdarʺ xiste xwarê.

Belafira Beyreqdar ya Keşfê ya Bê mirov ya Bi çek (SİHA). Dewleta Tirk vê belafirê wek pêşesaziya herî pêşketî ji xwe hesab dike. Her wiha berî ku ev belafir dekeve ser esmanê Efrînê û bombebaran bike  bi çend roja Erdogan îmza xwe avêt ser balafirek ji vê cûreyê. Tevî ku ev belafir cara yekemîn bû ku derdikeve li ser esmanê Efrîn lewra ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate xistin. ji ber vê yekê QSD got ku ” Erdogan ne di wê ferqê de bû ku berî ku îmza xwe bavêje li ser balafira ji vî Tîpî ku firandina wê li ser esmanê Efrînê wê cara dawî be, ji ber ku wê ji aliyê şervanê me bê armanc kirin.

13.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً