LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ENKS’ê hîn di asta gelo Kurd an Tirkiyê de ye

ENKS’ê hîn di asta gelo Kurd an Tirkiyê de ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi êrîşa ku niha li ser kantona Efrîn ê pêk tê, encumena ENKS ku pişta xwe daye derve rastî nakokiyan tê lewra heta niha helwestek zelal derbarê dijminê kurdan de rava nekiriye. Tenê asta ENKS di daxuyaniyên bersivdayîna rexneyên li ser wê maye.

ENKS ji daxuyaniya koalîsyona Sûriyê û semînera Haco dûr dixe

Hate ragihandin ku ENKS ê xwe ji daxuyaniya koalîsyona opozisyona Sûriyê ku tê bi navkirin ku piştgirya êrîşa dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrîn dike bêrî dike ango xwe jê dûr dixe. Hate destnîşan kirin ku piştî ku navenda lêkolînan ya bi navê (SETA) ya girêdayî Tirkiyê ragihand ku ewê semînerekê li Stenbolê li dijî rêveberiya Bakurê Sûriyê bi serkêşiya Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKS ê Siyamend Haco organîze bike. Di vê derbarê de hate eşkere kirin ku ew semîner ji bo niqaşa terorkirina PKK’ê ku Tirkiyê dijminê xwe dibîne ye ku tê de de wê Haco bide diyar kirin ku PKK dixwaze di riya PYD’ê partiya siyasî de Bakurê Sûriyê têxe bin kontrola xwe de û ev yek li gorî Tirkiyê wê nebe û red dike. Di 13 Tebaxa 2017 an de ENKS ê ragihand ku tu têkliya wan bi Siyamend Haco re tune ye û endamtiya wî a komîteya têkiliyên deve ya ENKS hatiye cemdandin.

Lê derdikeve holê ku tevî Siyamend Haco ji partiya Şepêla Pêşeroj jî hatiye seknandin cardî navê ENKS ê bikartîne û ev yek dûbare dibe bê ku ti helwest ji aliyê ENKS rave bibe.

Ji aliyê xwe ve ENKS ê ji bo ku li beramberî alîgrên xwe rastî red kirinê neyê daxuyaniyên bi vî awayî dide ku têde radighîne ENKS ê tu têkiliya wê bi daxuyaniya koalîsyona Sûriyê tune ye ango ew ne agahdarbûn (ENKS endama koalîsyona Sûriyê ye) û di heman demê de ti têkiliya wan bi Haco re jî tune ye.

Tevî helwest û daxuyaniyên dijber ên ku xwe bi nav dikin opozisyon li dijî kurdan heta niha endamên ENKS ê wekî Hewas Egîd tevlî civînên koalîsyona opozisyona Sûriyê dibe û biryarên ku têne erê kirin ew jî tevlî dibe. Çavkaniyên ku bi ENKS nakokî jiyan dikin vê yekê tînin ziman ENKS’ê her çiqas bêje ku ew li ser biryarên koalîsyonê ne raziyê jî, lê ew der heqê êrîşên li ser Efrîn ê de ku hêzên opozisyonê piştgiriyê didin berpirse. Çavkaniyan helwesta xwe wiha anînin ziman ger ku ENKS di rastiya xwe de li dijî polîtîka koalîsyonê ye divê ku raste rast û bi biryarekê endamtiya xwe ya kolaîsyonê rawestîne ango wê şîroveya erê kirina ENKS ji êrîşa li ser Efrîn ê di cih de be.

Derbarê endamtiya Siyamend Haco a di nava ENKS ê de hate eşkere kirin ku ENKS ê ji bo komîteya têkliyên derve ya ENKS ê Siyamend Haco bi Ibrahîm Biro, Kamîran Haco, Ismayîl Hesaf û Tahir Sifûk re hilbijartiye.

Li gorî şîroveyên ku dserdikevin holê hate zanîn ku ENKS ji ber ku biryara xwe ji derve digre û di nav encumena wê de nakokî hene daxuyaniyên nakok û berovajî hev dide, lewra heta niha ji aliyê ENKS ê ve ti daxyaniyek cidî û biryarî li dijî êrîşa li ser Efrînê derneketiye.

(Rohan Ebdilah)

14.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً