LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di nava nîv saetî de 28 top li Racoyê hatin xistin û plan Cindêrês e

Di nava nîv saetî de 28 top li Racoyê hatin xistin û plan Cindêrês e

EFRÎN- Topbarana artêşa Tirk li ser herema Raco û Cindêrisê bi dijwariya xwe didome, çavkaniyan dane zanîn ku Tirkiyê ji ber binkeftina xwe bi awayekî heovan e topbaran dike. Tirkiyê di rêya Raco de dixwaze derbasî Cindêrisê bibe lê heta niha pêk nehatî ji ber ku rastî bersivdayîna şervanan tê.

Çavkaniyên heremî ji navçeya Racoyê ragihandin ku niha li gundê Mosaka yê navçeya Racoyê topên artêşa Tirk û komên girêdayî wê bê navber didomin. Çavkaniyan eşkere kirin ku di nava nîv saetê de 28 topên tankên artêşa Tirk li ser gund hatin barandin û zirar gihişte milk û erdên welatiyan.

Çavkaniyên ji wê heremê her wiha dane zanîn ku artêşa Tirk bi her awayî dixwaze derbasî Efrîn ê bibe lewra her cure çekên giran bi ser sivîlan de bikartîne her wiha çavkanî da zanîn ku atêşa Tirk her çiqas dixwaza derbasî Girê Ker bibe lê ew rastî bersivdayîna şervanan tê û hewildanên wan têk diçin.

Çavkanî her wiha anî ziman ku ji ber derbeyên giran ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwin bi awayekî hovane bi teknîk û çekên giran sivîlan dike armanc.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku ev sê rojin navenda bajarê Efrîn ê ji aliyê artêşa Tirk ve tê topbaran kirin.

 

Herî dawî li gorî agahiyên ku hatin bidest xistin niha amadekariya operasyoneke leşkerî hevbeş ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ve tê kirin ku tê plan kirin di rêya eniya navçeya Racoyê de ji aliyê bakur rojava de derbasî navçeya Cindirêsê bibin.

Çavkaniyan dane zanîn ku eraziya Racoyê ji artêşa Tirk re zehmet e lewra heta niha nikarî bûn bi pêş ve bên, her wiha ji aliyê gelê Efrîn ê ve ji bo vala derxistina vê yekê bi hezaran tevî topbaranê berê xwe dane navçeya Cindêrisê û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin.

Li Cindêrisê topbaran heye û her dem li cihên giştî ên sivîlan dixe. îro jî Mekbesa pêşesaziya Zeytûnan topbarankiriye.

16.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً