LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi wêne- Li Efrînê bikaranîna çekên qedexekirî

Bi wêne- Li Efrînê bikaranîna çekên qedexekirî

EFRÎN- Di roja 29 an a êrîşên dagirkeriya Tirk û komên girêdayî wê li ser Efrînê, vê carê çekên qedexekirî (Kîmawî) bi ser sivîlên heremê de hate barandin di encamê de 6 sivîl ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Di 16ê Sibatê de hovîtiya balefirên artêşa Tirkiyê li ser navend û navçeyên herêma Efrînê berdewame. Ev 29 roj in artêşa Tirk û komên girêdayî wê êşrîşên xwe li ser Efrînê didomînin.

Di derbarê vê hovîtiyê de balefirên artêşa Tirk bi çekên kîmawî yên qedexekirî êrîşî gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê kirin.

Di encama vê êrîşê de gelek welatiyên sivîl bûn qurbaniya û gelek zirar gihişt e wan.

Di derbarê nexwaşên hatine nexweşxanê ji ber lêdana çekên kîmawî, bijîşkê nexweşxaneyê yê bi navê Mihemed Heyder wiha diyar kir: duh di seet 8ê êvarê de 6 kes gihiştin nexweşxanê ji rewşa wan ve xuya bû, ew rastî derbeya gaze kîmawî hatine. Li gorî rewşa her kesî ji nexweşan hatin dermankirin. Her wiha rewşa hin ji wan jî taybet e.

Ji welatiyên bûne qurbaniya êrîşa çekên qedexekirî Wedah Xelîl e ku di dema êrîş pêk hatî de şivantiya pez dikir. Wedah wiha rûdan şîrove kir: Di saet 5’ê ber êvarê de dema min şivantiya pez dikir destpêkê 2 roket nêzî min ketin, piştre derdora 35 mûşek û fuze li gundê Erendê ketin xwarê, di encama vê yekê de bêhna me teng bû û çavên me stir kirin, piştire me nikarîbû li derdora xwe meyze bikin. Piştre ji hêla (heyva sor) ve em hatin isaf kirin. Ta ku em gihiştin nexweşxaneya Evrîn rewşa me başe û em li nexweşxaneyê tên derman kirin.

Navên welatiyên bûne armanca êrîşa gaza kîmawî wiha ye:

Ebdul Rehman Şalîk ê 29 salî

Mehmûd Reşêd Hesûn ê 33 salî

Wedah Mistafa Xelîl ê 35 salî

Ehmed Mihemed Hemo ê 38 salî

Ednan Şalîko yê 35 salî

Mihemed Arêf Heqî yê 43 salî

17.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً