LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şandeya Koalisyona Sûriyê ji Ezazê hate qewitandin

Şandeya Koalisyona Sûriyê ji Ezazê hate qewitandin

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi gavek balkêş ji aliyê gelê gundewarê Bakurê Helebê ku li dijî şandeyeke Koalisyona opozosiyona Sûrî derketin xwepêşandana.

Li gundê Sico ya bakurê bajarokê Ezazê şîneyên gund xwepêşandanek li dijî şandeyekê ji nûnerên koalisyona Sûrî li dar xistin. şandeyê pilan kiribû ku dê serdana bajêr û hin noqteyan bikin. Lê ji ber bertekên gelê herêmê şandeyê nikarîbû têkevin bajêr pirojeyên xwe yên serdanê pêk bînin.

Li gor çavkaniyên me yên nêzî koalisyonê ku şandeya wan ji aliyê gelê Ezazê ve hatin qewitandin. Ev gav di demekê de ku herêm kirîzekê jiyan dike, hat. Li gor çavkaniyê me ku ev kirîz di nava şîneyên herêmê de ava bûye ji dema ku operesyona li dijî Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayê wê yên bi navê Merta Fiatê de daye destpêkirin. Her wiha xwepêşandana bi silogana ku ev çend sal koalisyon li kûderê bû? Çima koalisyonê beriya niha serdana herêma ma ne dikirin? Çima niha em hatin bîra wan di vê demê de, di demê şerê li dijî Efrînê?

Li gor çavkaniyên me ku gelê herêmê bertekên xwe li dijî koalisyonê eşkere kirin. Çavkaniyê me wiha dewam kir’’ ku gelê herêmê ji dizî û gndeliya di nava koalisyonê de acizin. Koalisyon di bin navê nûnertiya gel berjewendiyên xwe yên şexsî weke dizî dimeşîne’’.

Hêjayê gotinê ku ne tenê li Ezazê lê li tevahiya herêmên di bin serweriya Merta Firatê de bertekek di nava gel de hatiye avakirin. Ev yek vedigere sedema kuştina ciwanên herêmê yên ku tevlî Mertala Firatê bûne di şerê li dijî Efrînê. Li gor ku zaniyariyên hatin bi dest xistin ku tenê li Ezaz hejmara kuştiyan gihişt 700 çekdarî.

Şandeyê serdana noqteyan Efrînê kirin

Wek ku hate xuya kirin ku Hikûmeta Tirkiyê rojane rêveber û berpirsên xwe heta Erdogan bi xwe serdana odeyên operesyona li Dijî Efrînê dikin. Ev yek vedigere binketin û windahiyên mezin yên artêşa Tirkiyê û komên çekdar rastî wê li Efrînê tên. Ji ber vê yekê hikûmeta Tirkiyê dixwaze moralê leşker û çekdaran xwe bilind bike. Pêve girêdayê şandeya koalisyonê serdana noqteyan li Efrînê yên di bin destê artêşa Tirkiyê de ye, kirin.

18.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً