LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Topbaran li ser navçeyên Efrînê dewam dike

Topbaran li ser navçeyên Efrînê dewam dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Di şeva borî de Goristana Şehid Seydo, navenda Cindirêsê û derdora gundê Dêwa û Tislorê ya navçeya Cindirêsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbaran kirin.

Wek tê zanîn ku ev roja 30’ye ji topbarana dewleta Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê yên navê Merta Firatê li xwe kirine, li ser Herêma Efrînê. Artêşa Tirkiyê bi top, tank û belafiran navçeye û navenda Herêma Efrînê topbaran dike. Li gor ku zaniyariyên hatin bi dest xistin ji topbarana dewleta Tirk ji şeva Bûrî de ta vê kêliyê de li ser herêma Efrînê wiha ye:

Navçeya Bilbilê

Ji seatên êvarî de ta niha gundê Kotan û Upila ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayê topbarana tê kirin.

Navçeya Şera

Derdora gundê Dîkmetaşê şer û pevçûn ji şeva bûrî ta vê sibehê di navbera hêzên YPGê û artêşa Tirk dewam dikir. Her wiha li derdora gundê Diraqliya û Sarincekê car caran pevçun di navbera hêzên YPG û artêşa Tirk û çekdarên wê de rû dida. Pêve girêdayê hate zanîn ku artêşa Tirk di şer de çêken giran bi kar anîne. Her wiha car caran topbaran li navenda navçeyê çêdibe û gundê Çema jî hate bombebarandin.

Li navçeya Bilbilê gundê kotana û Upila têne topbaran kirin. Her wiha şev din balafirên şer ê artêşa Tirkiyê li derdora gundê Şexorzê xist û topbaran li serenserî xeta sînor hebû.

Navçeya Cindirêsê

Topbaran li ser navenda navçeyê û li derdura gundê Dêwa û Tislorê ji şeva bûrî ta vê sibehê, hate kirin. Pêve girêdayê goristana Şehîd Seydo hate bombebaran kirin. Her wiha hate zanîn ku li nêzî gunê Axceliyê çalakiyek ji aliyê hêzên QSD û YPG hate kirin, lê encama çalakiyê ta vê kêliyê ne hate eşkerekirin. Lewra li gundewarê navçeyê şer ta niha dewam dike.

Li navçeya Raco topbaran li ser gundê Senarê hate kirin.

Li navçeya Şiyê di şeva bûrî de topbaran bi belafirên artêşa Tirk ve hate krin.

18.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً