LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Video- Dewleta Tirk Efrîn topbaran dike

Video- Dewleta Tirk Efrîn topbaran dike

EFRÎN- Dewleta Tirk û komên girêdayê wê gundên derdora navenda Efrînê topbaran dike. Di encam de ku piranî jin û zarok şehîd ketin.

berxwedana Efrînê ya li hember êrîşên dewleta Tirk û komên çekdar yên girêdayê didome bi hemû dijwariya xwe. Wek ku serokê AKP’ê Erdogan ji opersyona dijî Efrîn pîlan kiribû pêk nehat. Destpêkê got ku wê artêşa wî têkeve Efrîn di 3’ê seatan de, piştre bû 3’ê roj lê ev 30 roj derbas bû û artêşa Tirkiyê ti pêşketinên berbi çav bidest nexist.

Ji ber berxwedana dijwar ya gelê Efrînê dewleta Tirkiyê bi her awayê hewildnê xwe bi ketina Efrînê dike.

Li gor ku nûçegihanê me ragihand ku îro li gunde Basûtê ya 4 kîlometre rojavayê başurê navenda Efrînê dikeve ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar yên girêdayên wî ve tê topbaran kirin. Di topbaranê de keça 13 salî ya bi navê Heysel Belaho keça Mihemed şehîd ket û 7 sivîl birîndar bûne.

Her wiha hate ragihandin ku li gundê Terendê ya 2 kîlometre nêzî navenda Efrînê ye ji aliyê Dewleta Tirk û komên çekdar yên girêdayên wî topbaran kirin. Di topbaranê de gelek zarok û jin di nav de birîndar ketine.

Topbaran hîjî didome….

19.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً