LEZGÎN
Home / Uncategorized / Video-Jinên Efrînê bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin

Video-Jinên Efrînê bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayê wê bi armanca tune kirina Kurd ev êrîş pêk anî, lê ew nagihêje armanca xwe ji ber berxwedana gelê Efrînê yên.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ket roja 30’emîn. Jinên Efrînê ji destpêka şer de heta niha bi her awayê beşdarî berxwedana Efrîn dibin. Çi ji milê leşkerî çi ji wekî din de ku bi keda destên xwe, bi amadekirina xwarinê alîkariya şervanan dikin. Jinên ku bi keda destên xwe alîkariya şervanan dikin wiha gotin:”Em feyzê ji berxwedanê digirin. Berxwedana me dê bidome.”

Endama Jinên Ciwan Têkoşîn Tolhildan derbarê êrîşên li ser Efrînê diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û wiha got:”Armanca dewleta Tirk ew e ku kurdan tune bike. Lê jinên têkoşer ew ê destûrê nede ku kes axa wan dagir bike. Hêviya me berxwedana me ye em ê xwedî li hêvî û berxwedana xwe derkevin. Çimkî em bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin.”

Dê Berxwedana Serdemê bi ser bikeve

Herî dawî Têkoşîn Tolhildan wiha got:”Em ti carî neheqiyê qebûl nakin. Bi îrade û vîna gelê kurd berxwedana serdemê wê bi ser keve.”

19.02.2018

Rojev24

Check Also

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

* Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn ragihand ku jinên Rojhilatê Kurdistanê di qonaxek xirab re derbas …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *