LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Siyamend Haco bi piştgiriya Tirkiyê û Elmanya dijberiya xwe didomîne

Siyamend Haco bi piştgiriya Tirkiyê û Elmanya dijberiya xwe didomîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate eşkere kirin ku ji rêze civîn û xebatê Siyamend Haco endamê Şepêla Pêşeroj li dijî Bakurê Sûriyê û hêzên ku parastina wê dikin. Civînekê li dijî YPG li Stenbolê lidardixe û bi vê yekê him ENKS û him malbata wî navê Siyamend Haco red dikin.

Siyamend Haco kî ye

Siyamend Selîm Haco di sala 1967 an de li navçeya Tirbespiyê yê bi ser kantona Qamişlo ya Bakurê Sûriyê ji dayik bûye. Haco ji Eşîreya Dorga ye û ev demke dirêj e ku ji Rojava derketiye û niha li Almaniya li bajarê Dortmond dimîne. Hevjîna Haco jineke bi eslê xwe Cihû ye û navê wê Êva Zaflsbîrge di wezareta derve ya Almaniya de kar dike û rêvebera navenda bi navê Kurd Whtish e.

Esasê têkiliyên Haco bi Almanya û Tirkiyê re

Siyamend Haco karê xwe yê siyasî di nava Şepêla Pêşeroj de bi kuştina Mişal Temo serokê wê tevgerê re destpêkir. Piştî Haco derbasî Almanya bû ji bo ku rola xwe û piştgiriya xwe xurt bike di heman demê de bikarbe planên xwe biserxe têkliyên xwe berfireh kir û bi gelek kesan re ku girêdayî hin welatan ne wekî Tirkî, Almaniya çêkir.

Stenbol wargehe û Elmanya jî xwedî desteka reşkirina YPG ê ji Haco re bû

Siyamend Haco di despêka karê xwe de di sala 2013 de hate eşkere kirin ku li Almanya semînera serokê PYD’ê yê berê Salih Muslim li Berlîn ê ibtal kir û ev bi gihandina agahiyan ji werzareta derve ya Almanya re pêk hat.

Hate eşkere kirin ku Haco li ser buyer û qewmînin ku li Rojavayê kurdistanê diqewimin bi awayekî berovajî kirina wan radestî welatên derve dikir û ev yek di sala 2013 an de ji aliyê Haco ve bi mebsta vala derxistina şoreşea Rojava û pirotestokirina dewletan ji PYD’ê re ku ew îdaa dike kiryaran der heqê wan pêk tîne hate kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine eşkere kirin Haco bi hevjîna xwe re Êva rêveberiya malpera Kurd Watch dikin ku weşana wê ji Elmanyayê bû û niha weşana wê ji ber rawstandina piştgiriyê jêre di 8 îlona 2016 an de hate seknandin (Di 4 çileya 2009 an dest bi weşanê kiribû). Ev malper bi 4 zimanên Kurdî Erebî Elmanî û Latînî weşan dikir ku bi rêya şopandina jiyan her wekî din buyerên ku li heremên Bakurê Sûriyê diqewimîn di aliyê neynî de berovajî kirina wan diweşand.

Haco ji ber dijberiyeke bi vî awayî xwest di aliyê leşkerî de li dijî kurdan têkeve tevgerê lewra di destpêka şoreşê de tabûrên bi ASA yê re xistin rojevê ku heta niha hin bermahiyên wan ku dijberî kurda ye heye.

Li gorî zanyariyan di destpêka şoreşê de Tabûrên girêdayî Şepêla pêşroj wekî ya Mişel Temo hate avakirin. Li gorî daxuyaniyên Haco hate diyar kirin ku pêwîste ew dest bi şerê çekdarî li dijî partiya PYD li Rojava bikin û ev yek pêk hat jî, ji ber ku tabûrên girêdayî Şepêla Pêşeroj ên ku Siyamend Haco tê de rol lîst ji aliyê Beşê Şepêla Pêşeroj Narîn Metînî ve hate red kirin. Van tabûran di şerê Serêkaniyê de bi çekdarên ASA’yê re êrîşî kirin.

Haco di berdewamiya karê xwe yê teror kirinê de hate eşkere kirin ku di sala 2015 an de di konfiransekê li Tirkiyê Stenbolê de ku her dem Stenbol wergeha wî ye Haco got ku ewê tevgera xwe bi awayekî veşartî li Rojava bikin. Her wiha li gorî ragihandina Şepêla Pêşeroj hate xuya kirin ku çawa bi çalakiyên li dijî hêzên YPG rojane li qadên Almanyayê daxwaza xistina wê nav lîsteya terorê dihate kirin.

Haco di serî de ji hikûmetan piştgirya teşhîr kirina PYD û YPG dixwest lewra hate zanîn ku ji bo  zêdetir karê xwe yê teşhîr kirinê xurt bike daxwaz ji hikûmeta Başûr kir ku alîkariya madî ji bo Haco bidin da ku li Ewropa van hêzan teşhîr û reş bike .

 

 

 

 

 

 

Kî malbata Haco li Bakurê Sûriyê diparêze

Li gorî ku hate destnîşan kirin Hevpeymana Navdewletî a dijî DAIŞ^ê hêza YPG ê hêzeke sereke a hevalbenda xwe li Bakurê Sûriyê dihesbîne. Haco bi mebesta ku hin dolran bigre xebatekî dijberiyê ku mûxatibê Emerîka jî kir û got ku bila Emerîka dev ji piştgiriya YPG berde.

YPG ku hêzeke parstina sînorê Bakurê Sûriyê dike û beramberî terorîstên DAIŞ ê bi serket Haco wekî dijmin lê meyze dike û dixwaze ku YPG bi terorîst nîşan bide. Haco derbarê alîkariya Emerîka ji YPG ê re dibêje ku Emerîka bi alîkariya YPG dikeve eynî şaştiya berê dema ku alîkarî da El Qaîdê beramberî Rûsya li Avxanistanê û niha alîkariya PYD û YPG dike li dijî DAIŞ ê û ev eynî şaştî ye . Derdikeve holê ku Haco YPG ê û El Qayde wekî hev dibîne. Di heman demê de Haco wiha diyar dike ku pêwîste çek di destê YPG de nemîne û ew ji Bakurê Sûriyê derkeve.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku malbata Siyamend Haco niha li navçeya Tirbespiyê yaê bi ser kantona Qamişlo ve jiyan dike û ew herem ji aliyê hêza YPG vê li ser sînor tê parastin. Derdikeve holê ku Siyamend wê li Elmanyayê nikarî be bi semînerên xwe malbata xwe biparêze. Herî dawî hate ragihandin ji ber dijberiya Haco a bi hincet malbata wî daxuyanî dan û gotin ku Haco nûnertiya malbata wan nake.

 

 

 

 

 

 

 

Ji bo reşkirina şoreşa Rojava Haco hevdîtinan pêk tîne 

Haco da ku reşkirina xwe bike û dolaran hîn zêdetir qezenc bike û cihê xwe winda neke di 12 Nîsana 2016 an de bi Cîgera Serokê Komîteya mafê mirovan ya Almanî Barbara Loşbîla hevdîtin pêk anî, Her wiha bi Cîgera Buroya Ewropa Alfrêd Yasant û Berpisyarê Almanî Arnî Lîtiz re civiya. Hate eşkere kirin ku di van hevdîtinan de Haco agahiyên berovaj û ters daye û xwestiye ku hêza YPG reş bike û diyar bû ku rawestandina piştgiriyê ji YPG re nîqaş kiriye.

Ji aliyekî din ve jî hate zanîn ku di hevdîtinekê li Enqerayê di 15 Tîrmeha 2016 an de Haco gotiye ku pêwîst bû dewleta Tirk ji bo kontrolkirina sînorê Sûriyê ji ber YPG alîkariya Berzanî bikra. Haco ev bi gotina ne ji bercewndiyê Başûrê kurdistan Tirkî û Rojavayê kurdistanê ye ku YPG bibe hêz li Rojava bi nav kir.

Haco sorkirinê jî ji aliyekî din ve jî dike di hevdîtinekê bi şêweremendê Serokwezîrê Tirkî Erdoxan re, Haco got ku siyaset Tirkî li dijî partiya PYD ne rast û xurt e ji ber ku PYD roj bi roj xurtir dibe. Ev yek têkiliyên Haco diyar dike ku wî di hemû hevdîtinên xwe de xwestiye ku PYD ê YPG reş bike û teşhîr bike.

Têkliyên Siyamend Haco bi MÎT a Tirk re

Li gorî agahiyan hate zanîn ku têkliyên Haco bi ajanê MÎT a Tirkiyê Selah Bedir Eldîn re heye. Haco û Selah Bedir Eldîn grûpek a reşkirina şoreşa Rojava avakirin û ev yek bi piştgiirya MÎT ê dihat kirin û alîkarî bi rêya wê re dihat dayîn.

Di heman demê de li gorî hin çavkaniyan Haco têkliyên wî bi gelek dewletan re heye û ew agahiyan  li dijî Şoreşa Rojava oarve dike. Di 30 Nîsana 2015 an de Beşê Şepêla Pêşeroj yê Rojava nivîsek belav kir û tê de ragihandin ku Siyamend Haco û Jiyan Omer têkliyên wan bi Cebhet Elnesra re heye û ev têklî xeter e. Bi vê daxuyaniyê Şepêla Pêşeroj xwest ku têkliyên xwe bi van kesan re qut bike, ji ber ku têkliyên wan bi çeteyan re heye û piştgiriya Cebhet ElNesra li dijî YPG’ê li Serê Kaniyê kirine.

 

 

 

 

 

 

 

Haco pêşketina Tirkan li Efrînê nîşan dide

Di hevdîtina Haco ya bi kenala ARK TV ya bi ser ENKS ve ragihand ku şerê Tirkiyê ne li dijî kurd ye û Tirkiyê kurdan hedef nagre û şerê wan li dijî PYP’ê ye. Bi vê yekê Haco xwest ku êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê rewa bike. Di heman demê de Haco got  ku PYD ajanê Tirka ye û ev diyar dibe nakokiyên di gotinê Haco de, ji ber ku ew tenê dixwaze şerê li Efrînê Tirkan derxe pêş û PYD teşhîr bike. Li ser mijara Berxwedaniya li Efrînê Haco got ku Tirkiyê ta niha naxwaze şer bighêje bajarê Efrîn û tenê li derdora bajar şer dimeşîne lê ew dikare bi hêsanî derbasî Efrîn ê bibe û anî ziman ku di nerîna wî de PKK derbeyên giran li Efrîn ê xwariye.

Haco yê ku wê semînerekê li dijî PYD û PKK ê li Stenbolê lidarxe rastiya wî li pêşiya her kesî tê raxistin ku ew yê terorîst e ji ber ku kesê li dijî mafê gelê xwe bisekine û hêzên xwe tersorîst nîşan bide û rojane planan li dijî wan pêk bîne terorîst e.

(Rohan Ebdilah)

19.02.2018 

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (1)

Têkiliyên ewlehî yên di navbera rêxistina DAIŞ`ê û dewleta Tirkiyê de. Li gorî belgeyên ku …

اترك تعليقاً