LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Infoghraphic- Li Efrînê 61 Jin bûne qurbaniya êrîşên Tirkiyê

Infoghraphic- Li Efrînê 61 Jin bûne qurbaniya êrîşên Tirkiyê

NAVENDA NÛÇEYAN- Di roja 32 a êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser navçe û navenda Efrînê hejmarek mezin ji jin û zarok hatine armanc kirin. Ji aliyê Heyva Sor a Kurdî ve navê 61 jinan di nav de 44 birîndar û 17 şehîd di raprekê de eşkere kir.

Ji êrîşên dagirkirina Herêma Efrînê di roja xwe ya 32 an de ji aliyê Heyva Sor a Kurdî ve rapora qurbaniyên Jin ên ku li Efrînê şehîd bûne hate eşkere kir.

Dewleta Tirk bi komên girêdayî wê bi navê ASA di 20’ê çileyê de li ser Herêma Efrîmê êrîşên dagirkirnê destpêkir. Herî dawî ji aliyê Meclisa Tenduristî ya Efrînê bîlançoya hejmara qurbaniyan ji birîndar û şehîdên sivîl eşker kir, tê de encûmenê di rapora xwe ya ku di 16 sibatê de ragihand da zanîn ku ji 20 çileyê û heta 16 sibatê ve 458 sivîl birîndar bûne û 171 sivîl şehîd bûne.

Heyva Sor a Kurd di rapora xwe de ragihand ku Tirkiyê bi hinceta şerê terorê êrîşên xwe li ser Efrînê pêk tîne lê di rastiya xwe de Tirkiyê sivîlan armanc dike ku ji 20 çileyê ve û heta 18 sibatê ve 61 jin bûne qurbaniya êrîşa ne rewa ya Tirkiyê, di nav de 44 jin birîndar bûne û 17 jin jî şehîd bûne.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurd de navên Jinên birîndar û şehdî hate eşkere kirin, navên Jinên Şehîd û Birîndar wiha ne:

Navçeya Bilbilê: 5 Jin birîndar bûne

1-Mîma Reşo (74 sal)

2-Emîna Xelîl Horo (70 sal)

3-Zeyneb Ehmed (70 sal)

4-Emîna Nûrî Reşîd (42 sal)

5-Naîma Mihemed Şikrî (58 sal)

Navçeya Cindêrisê: 15 jin, di nav de 12 birîndar û 3 şehîd

Jinên ku birîndar bûne

1-Basma Mihemed Baco (32 sal)

2-Zeyneb Yûsiv (55 sal)

3-Sîlva Eyd (30 sal)

4-Nezîra Hac Mehmûd (50 sal)

5-Sîpan Elî (24 sal)

6-Şêrîvan Emîn (32 sal)

7-Werda Ehmed Şewax (65 sal)

8- Fîda Elî (22 sal)

9-Mîrkan Eyd (21 sal)

10-Arîn Hesen (33 sal)

11-Emîna Xelîl (50 sal)

12-Dîba Ehmed (35 sal)

Jinên ku şehîd bûne

1-Almaza Şêxo Horo (50 sal)

2-Ne hate naskirin (55 sal)

3-Sosen Cemîl (35 sal)

Navçeya Racoyê: 7 jin, di nav de 5 birîndar û 2 şehîd

Jinên ku birîndar bûne

1-Rûheyv (22 sal)

2-Deryan Mihemed Seydo (20 sal)

3-Riweyda Îbiş (23 sal)

4-Zehra Ehmed El Derzî (26 sal)

5-Medîna Ebdo Hisên (55 sal)

Jinên ku şehîd bûne

1-Evîn Azad (20 sal)

2-Şemsa Mûsa (75 sal)

Navçeya Şêra: 3 Jin birîndar bûne

1-Ne hate naskirin

2-Ceylan Mihemed (30 sal)

3-Fikret Elî Hesen (51 sal)

Navçeya Şêrawa: 6 jin, di nav de 1 birîndar û 5 şehîd

Jinên ku birîndar bûne

1-Bedriya Ebdilah Kino (18 sal)

Jinên ku şehîd bûne

1-Cûriya Kino (45 sal)

2-Rewan El Eswed (20 sal)

3-Fatma Ebdurebî (40 sal)

4-Rehef El Hisên (33 sal)

5-Ne hate naskirin (30 sal)

Navçeya Şiyê: 16 jin, di nav de 10 birîndar û 6 şehîd

Jinên ku birîndar bûne

1-Asya Şêx Murad (70 sal)

2-Feyrûz (20 sal)

3-Henan Alan (20 sal)

4-Kajîn Şêx Mihemed (20 sal)

5-Ferîda Kolîn (56 sal)

6-Zeyneb Hemkîlo (40 sal)

7-Zerîfa Bîrm Xezo (34 sal)

8-Fatma Cemîl Mistefa (55 sal)

9-Emîna Sayîd Xiloleng (46 sal)

10-Leyla Mistefa Mistefa (45 sal)

Jinên ku şehîd bûne

1-Emara (21 sal)

2-Melek Alûş (25 sal)

3-Fatma Hesen (26 sal)

4-Semîra Mihemed Elî (21 sal)

5-Fehîma Hemada (45 sal)

6-Hûriya Ebdilhemîd El Hecris (45 sal)

Navçeya Mabata: 3 jin, di nav de 2 birîndar û 1 şehîd

Jinên ku birîndar bûne

1-Ne hate naskirin (20 sal)

2-Sefa Taha El Xatir (19 sal)

Jinên ku şehîd bûne

1-Emîna Mistefa El Xatir (40 sal)

Navenda Efrînê: 6 jin birîndar bûne

1-Viyan Reşîd (20 sal)

2-Selwa Mihemed Moho (35 sal)

3-Gulê Mihemed Xelîl (40 sal)

4-Emîna Ebd El Ferec (50 sal)

5-Helîma Ehmed Mengawî (70 sal)

6-Nezhet Mihemed Mihemed (50 sal)

Di dawiya Raporê de hate gotin ku qetilkirin û armanc kirina zarok û jinan sizaya ku yasaya navdewletî cezaya wê dike.

Hêjayaî gotinê ye ku het niha tevî êrîşên hovane li ser sivîlên Efrînê bê dengiyeke navnetewî heye.

(Rêbaz Azad- Rêvana Mêrxas)

20.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً