LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Asayîşa Rojava derbarê teqîna Qamişlo de daxuyanî da

Asayîşa Rojava derbarê teqîna Qamişlo de daxuyanî da

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kuristanê diyar kir ku teqîna 18′ê Sibatê ku li bajarê Qamişlo rû da ji aliyê kesên derveyî herêma Cizîrê amadekariya wê hatibû kirin.

Fermandariyê derbarê teqînê de daxuyaniyek da raya giştî û diyar kir ku teqîn li cihê niştecihbûna sivîlan pêk hat û tu navendên leşkerî li wir tunebûn.

Daxuyanî wiha ye:

″Komên çete her dem êrîşî herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê dikin û dixwazin ewlehiya herêmê derb bikin. Di vê çarçoveyê de 18′ê Sibata 2018′an de erebeyeke komên çete beriya demekê bombe kiribûn, li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê hat teqandin û di encamê de 4 sivîl şehîd bûn.

Wisa xuya ye ku armanca ji vê teqînê, kuştin û tirsandina sivîlane, ji ber ku cihê erebe lê hat teqandin herêma niştecihbûna sivîlan e û dûrî saziyên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser e.

Piştî teqînê yekser aliyên berpirsyar dest bi lêpirsînan kirin û kesên ku erebeya bombebarkirî derbasî bajarê Qamişlo kirine hatin şopandin û girtin. Bi wan kesan re lêpirsîn hat kirin û di encamê de diyar bû ku kesên derveyî herêma Cizîrê amadekariya vê teqînê kirine. Dê di demên pêş de detayên vê yekê bi daxuyaniyekê bêne zelalkirin.

Gelê me yê Rojava, em ê derbarê derbasbûna erebeyan de tedbîrên xurt ên ewlehiyê bigirin, da bûyerên bi vî rengî dubare nebin û sivîl neyên hedefgirtin.″

21.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً