LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Belgekirina hejmarên kuştina çekdaran li Efrîn

Belgekirina hejmarên kuştina çekdaran li Efrîn

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi êrîşa Dewleta Tirkiyê li ser efrînê bi alîkariya komên çekdar yên ku ji bo peratevlî vê operesyonê bûn. Hate zanîn ku ew ji hemû herêmên Sûrîyê dane hev. Îro roja 33’an ji berxwedana gelê Efrînê tê de lîstokên dewleta Tirk tênê xuya kirin ku ev êrîş li ser tevahiya gelên Bakurê Sûriyê tê kirin û bi taybet gelê Kurd.

Piştî ragihanda fermî ji operesyona li dijî Efrînê ji aliyê dewleta Tirk di 20’ê Çileyê de bi armanca rêzgarkirina herêmê ji terorê li gor gotinê serokmarê Tirkiyê Erdogan. Tevî ku artêşa Tirkiyê artêşa NATO ya duyemîne ji aliyê çek û cebilxaneya pir di destê wê de ku nikarîbû xwe li ber berxwedana gelê Efrînê bigirê berovajî vê yekê ku artêşa Tirkiyê rastî windahiyên mezin ji aliyê çek û leşkara de, hat.

hêjayê gotinê ku piştî artêşa Tirkiyê û komên girêdayê wê li ser sînorê Efrîn belav bûn bi armanca êrîşê serokê AKP’ê ragihand ku ev operesyon dê tenê heftiyekê dirêj bike lê ta niha operesyonê mehek li pêy xwe hişt û Tirkiyê ti pêşketin bi dest nexist.

Komên bi artêşa Tirkiyê re şer dikin ne giş Mertala Firatê ne

belgeyek li ser çapameniyên girêdayê komên çekdar belavbûye, lê nehat zanîn ku kê ev belge li ser çapemeniyê balavkiriye. Di belgê de bîlançoya hijmara kuştiyên çekdaran di operesyon li dijî Efrînê di 10 rojên destpêkê ji operesyonê re hatin eşkerkirin. Di belgeyê de navê 103’ê kesan hate eşkerekirin û hemû agahiyên girêdayê wan tê de haye tê xuiya kirin ku piraniya van kesana ji bajarê Helebê ne.

Hate zanîn ku belgeyên cûda ji kuştina endamên Merta Firatê û lekerên Tirkiyê re jî heye lê nehat bi dest xistin. Dewleta Tirkiyê kuştina leşkerên xwe yên di şer de ji raya giştîre vedişêre. Cenaza li pêy xwe dihêle. Her wiha windabûna wan bi sedemên cûda dide xuya kirin. Wek ku ew rastî qezayekê de li bajên Tirkiyê hatin an di nava heriya Efrînê de winda bûne ji ber rewşa hewayê ya nebaş.

Herî dawî Mizgeftên Sûdan di xutbê Îniyê de dest bi piştgiriya operesyona li dijî Efrînê tê kirin. Armanca hikûmeta Tirkiyê ji vê yekê ewe ku kesên misilmanên radîkal tevkî operesyonê bibin.

Rêbazên dewleta Tirk bi veşartina hejmara kuştinê xwe de

Dweleta Tirkiyê rêbazê hiştina cenazeyên lêşker û çekdaran li pêy xwe hiştin. Her wiha hate naskirin ku dewleta Tirkiyê rêbazekî din bi kar tîne ku cenazeyên leşker û çekdaran bişewitînin ta ku hejmara rast yên kuştiyê xwe veşêre. Pê ve girêdayê binketina xwe di şerê li dijî Efrînê veşêre.

Rêveberên hikûmeta Tirkiyê serdana odeya operesyona dijî Efrînê dikin

piştî binketina operesyona li dijî Efrînê hikûmeta Tirkiyê rojane Ceneral, rêveber, koalisyona Sûrî, serokmarê Tirkiyê Erdogan û herî dawî grupek ji Meleyên mizgeftê Tirkiyê serdana odeyên operesyona li dijî Efrînê li Hetayê bi armanca bilindkirina moralê leşkerên xwe. Her wiha bi armanca dabûna Fetwa bi qetilkirina sivîlan.

21.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً