LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê DAIŞ’ek nû dide avakirin

Tirkiyê DAIŞ’ek nû dide avakirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Sewa’id El Xêr azadiya kesayet li Idlibê bi biryaran tecawiz dike. Tirkiyê di bin sîwana xêrxwaziyê projeyên guhertina civakê ber bi islamîk radîkal radibe.

Wek ku tê zanîn ku parêzgeha Idlib ya Sûriyayê di bin hakimiyeta komên çekdar yên bi navê Hey’et Tehrîr El Şam. Her wiha qaşo Tehrîr El Şam li dijî rêjîma Sûrî şer dike. Ev kom bi islamiya xwe ya radîkal tê naskirin. Ji ber vê yekê bajarê Idlib bi Islamiyek radîka bi rê ve dibe.

Hey’et Tehrîr El Şam ji çend koman pêk tê. Cebhet Fetih El Şam berê bi navê ”Cebhet El Nusra” ya ku girêdayê Qa’îdê ye dihat naskirin, Nûr Dîn El Zinkî, Lîwa El Heq..hwd . Ev komana niha cihê xwe di nav Tehrîr El Şam de digirin. Ev yek jî dibe sedema birêvebirina bajarê Idlibê bi rengekî Islamiyek radîkal.

Tehrîr El Şam rêbazê Hisbê ‘’Esayiş’’ dimeşîne

Rêxistina Sewa’id El Xêr desteka xwe ji Tehrîr El Şam digire û Tehrîr El Şam piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigire.

Rêxistina milên xêr xwaziyê‘’Sewaid El Xêr’’ eynê tarzê DAIŞ di bajar de dide xuya kirin. Ev rêxistin di bin navê xêr xwaziyê pîlanên cûda di bajêr de dide meşandin. Ev yek vedigere armanca AKP’ê bi xwe. Rêxistin bi erka Desteya Hisbê’’ Esayiş ‘’ radibe. Hisbê wek ku tê zanîn di nava DAIŞ de hebû. Tehrîr El şam eynê tarzê didomîne.

Rêxistin Sewa’id El Xêr di hindirê bajêr de biryarên azadiya mirovan tecawiz dike. Ku çênabe jin bi tena xwe dekeve dervî malê, divê ku jin cilên Islamî lixwe bike, çenabe rû û destê wê bê xuyakirin, qedexekirina kişandina cixarê…hwd. Ev rêxistin di nava karê xwe de pereyan, pêdviyên jiyanî car caran li gel belavdikin bi armanca xwe bidin qebûl kirin di nav gel de. Tevî vê yekê jî bertekek di nava gelê herêmê de hate avakirin. di dîmen de ev tişt tê xuya kirin ku gel aciziya xwe nîşan didin ji van biryarên tecawiziya azadiya wan. Her wiha xwestin ku Tehrîr El Şam bila balê bikşîne ser şerê rêjîma Sûrî û Rûsiya û dev ji amûrên civakî berde. her wiha di dîmen de biryarên eêxistina Sewa’i El Xêr yên di bajêr de standine wek qedexekirina basên di nava bajar de ji ber ku jin û zilam di nava hev de ne.

21.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً