LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Ev Efrîn e warê Evesta Barîn û Silava ye

Ev Efrîn e warê Evesta Barîn û Silava ye

Bi hestên dilpakî hezkirin û şoreşgerî her şervanek bi meznahiya armanca xwe dibe efsane. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek şervan bi sekna pêşngtî û komîtantî û xwe kirina mertal derketin e. Ji Rojavayê Kurdistanê her carekê deng û zarîna heremekê tê û hema li wî cihê ku zarîn lê tê bihîstin ji nişkav e dengê dahol, dîln û bihna azadiyê tê.

Di pirsa min ya çima rewş tê guhertin? Çima her dem şer, şehadet, girî û şînî bi kêf, ken û rûkeniyê re dibin yek heye. Tê gotin ku xwediyên kezî li wan cihan mîrayan çêdikin û ew jî Hêzên Parastina Jin YPJ’ê ne. YPJ bi pêşengtiya mîrayên wekî Arîn, Evesta, Barîn û Silav an bûye efsan e.

Di êrîş û dagirkirina kantona Efrîn ê welatê aşîtî û wekhevî her wiha welatê aramî dibe qada şer, Efrîn xweşike Efrîn têre û Efrîn xwediyê keziyên hûnandî ye û ew jî YPJ’yî ne.

Ji destpêka operasyona Şoreşgerî li dijî dagirkeriya Tirkiyê ji Efrîn ê re heta niha 30 şervanên YPJ bi berxwedanî şehîd bûne. Şehadeta wan bûye sedema guhertina hevsengiyan. Gelo emê qala kê bikin Barîn, Evesta an jî Silav, her yek nimûneyek a berxwedana bê dawî ye.

Komîtana mezin bi nasnav Silav Serkeftin di dema bihîstina qêrîna Efrîn ê û destdirêjiya dagirkeran de berê xwe dide wir û rojane bi çeka xwe pêşengtî dike û li dijî destdirêjiya li ser Efrînê bi helwesteke bi hêrs e.

Di berdewamiya hestên xwe ên xwe dayîna pêş komîtan Silav bi berxwdaniyeke mezin bi ser dijmin de diçe û bi navê şehadetê berxwedaniya xwe dixemilîne.

Şehîd Silav bi navê xwe yê rast Aynûr Elîcî li Wanê ji dayikbûye, di 22 çileyê de li navçeya Racoyê şehîd bû. Şehîd Silav bi biryardariya xwe di sala 2010 an de tevlî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û bi heskirina xwe a ji Rêberê Gelê Kurd Ocelan re rojane bi nivîsa xwe israra xwe a azadiyê tîne ziman. Şehîd Silav di sala 2015 an de li Bakurê Sûriyê cihê xwe di hemû eniyên şer de digre mîna Alya, Ceza û Kobanê ku herî dawî jî eniya Efrîn bû, rêhevalên Şehîd Silav gotin ku bi biryarî û israreke pir mezin şehîd Silav ji akademiya Şehîd Dîlan berê xwe dide Efrînê û dibêje ezê di berxwedaniya Efrîn de cih bigrim.

Şehîd Silav ku komîtana şer bû di çiyayên Zagrosê de xwedî nav û deng bû, bi taybetmendiya xwe ya ked Şehîd Silav xwedî nasname bû, lewra di dilê her hevalekî wê de hezkirin û enerjiya pêre kar kirin hebû. Rêhevalên Şehîd Silav wê bi sembola kedê ku bi gotina ezê bikim heval, xwe newestîne pratîka jiyan wê bû. Şehîd Silav daymî axaftina ez dereng gihiştim heqîqeta vê tevgerê tanî ziman lewra di jiyana xwe de her çiqas ked dida kêm didît.

Şehîd Silav bi biyara wê ya mezin bi birayê xwe re Argeş tevlî dibe û di nava şoreşa Azadiya Kurdistanê de bû xwedî efsan e.

Bi bîranînekî a hevalekî ewqas mezin hestên ku têne gotin bi hestirên çavan re dibin yek, lewra ji ber dayîna bê sînor îro gelek Silav hene.

(Nivîs:Rêvana Mêrxas-Montac: Rêbaz Azad)

22.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً