LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Operasyona Efrînê bazara Tirkiyê dixe bin zextê de

Operasyona Efrînê bazara Tirkiyê dixe bin zextê de

NAVENDA NÛÇEYAN – Operasyona Tirkiyê li ser Efrînê drbasî roja xwe ya 34 an de dibe, bi vê yek, hate ragihandin ku bazara Tirkiyê rastê daketina leyra Tirkiyê li bermberî dolar hatiye.

Li gorî ajansa Reuters hate ragihandin ku bazara Tirkiyê rastî danustandinên berfireh ji kirîn û firotina pereyên diravî wê tê, ku ev di demeke a serkeftina Hihkmeta Tirkiyê di operasyona li ser Efrînê de re zehmet be.

Hate tekez kirin ku pereyê Tirkiyê ji sedî 1,5 li ber dolar daketiye, her wiha nîşana XY 100 ji sedî 2 zêdetir paşveçûye û ev yek di nava 5 heftiyan de pêk hat.

Ji aliyekî din ve jî hate diyar kirin ku senedeyên ku leyreya Dolar xurt dike rastî zextekê hatiye û ev di demeke a daketina hinardinên dirêj ji sedî 1 tê ku bi vê yekê teklîfeya dabînkirina deynê Hikûmetêzêdebûye.
Ji 20 çileyê ve Tirkiyê bi daxuyaniya wan erêniya Rûsyayê ji bo êrîşa li ser Efrînê girtiye dest bi dagirkirina Herêmê kir û ev di rêya artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê de pêk hat.

Hêjayî gotinê ye ku opersayona dagirkeriya Efrînê derbasî roja 34 an de dibe, lê heta niha artêşa Tirk û komên girêdayî wê bi çekên qedexekirî û herî dawî bikaranîna xaza kîmwaî li Erndê li Efrînê her wiha tevî hemû teknolojiya di destê wê de armanca wê a derbasbûna xaka Efrînê pêk nehatiye.

Duh 21 sibatê ji aliyê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelêl ve hate ragihand ku divê Rûsyayê hesabên xwe li ber çavan re derbas bike, Xelîl bi wê yekê destnîşan kir ku rêdayîna Rûsyayê êrîşa li ser Efrînê rêdayîna dagirkerî û perçebûna Sûryayê re vedike.

22.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً