LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Binpêkirinên komên ASA’yê û artêşa Tirk li Efrîn ê zêde dibin

Binpêkirinên komên ASA’yê û artêşa Tirk li Efrîn ê zêde dibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava êrîşa ku li ser herêma Efrînê pêk tê de, rojane kiryarên der heqê sivîlan de zêde dibe. Herî dawî cotkarek ji aliyê komên çete ve bi kuleyan ve tê kuştin. Mesaca gelê Efrînê jî ewe ku Netewên Yekbûyî razayî ye.

Di berdewamiya kiryar û destdirêjiya artêşa Tirk û komên girêdayî wê li ser sivîlên Efrînê, di roja 36 an de didome. kiryarên xerab ên komên bi ser El Qaîdê ve roj bi roj derdikevin holê.

Di vê nûçeya xwe de emê balê bikşînin ser kiryar û karê ku ji destpêka êrîşên komên çet û artêşa Tirk ên li ser Efrînê hatine kirin ragihînin û ev yek li gorî belgekirina wan bi dîmenên di destê me de.

Rêze binpêkirinên li Efrîn ê

Di dîmenkî ku hate belavkirina de derdikeve holê ku çawa artêşa Tirk bi awayekî hovane sivîlan dîl digrin û bi lêdanê wan didin ber lêpirsînê, artêşa hovane a Tirkiyê sivîlan wekî mertalan ku eynî şêwazê DAIŞ e bikartîne.

Ji aliyekî din ve jî tesbîta ku ev kom bi ser El Qaîdê ve diçe û temsîliyeta Islama Radîkal dike, dîmenên ku malan her wiha milkên sivîlan talan û wêran dikin (ku ev wekî xezo û helal tê dîtin). Di dîmenên ku hatine belavkirin de derdikeve holê ku çawa ew kom bi dirûşmeya Alah Ekber Dikan û malên sivîlan wêran dikin her wiha ji mirîşk û terktoranan bigre didizin.

Di berdewamiya karê talanî û xerakirina şûnwarî û cihên Pîroz de artêşa Tirk û komê girêdayî wê bi hedef girtina goristanan û binpêkirina sembolên gelê Efrînê di dîmenên ku hatine weşandin de derdikeve pêşberî me.

Yek ji kiryara herî hovane a artêşa Tirk û komên girêdayî wê ên bi navê ASA yê ku hatiye kirin destdirêjiya li ser termê Şehîda Jin a bi navê Barîn Kobanê bû.

Her wiha di binpêkirina pîvanên şer vê carê artêşa Tirk zarokan dixe nav şerê Efrîn ê û bi vê yekê di wêneyekî ku ji aliyê çeteyan ve bi xwe hatiye belav kirin de yasaya qedexeya bikaranîna zarokan di şeran de eşkere dibe. Ev yek bi isbat hate eşkere kirin ku çawa serçeteyê aertşa ASA di mûdaxeleya wî a kenala Rûdawê de eşkere kir ku kiryraên ne di rêzê de ku têne kirin ji aliyê zarokên di nav wan de di temenê 15 salî de pêk tê. Bi vê yekê li gorî hevpeymana navdewletî a sala 1989 an de li dijî bi çekirina zarokan derdikeve.

Di dîmenke herî dawî ku ji aliyê komên çete ên bi ser hikûmeta demkî a opozisyona Sûiyê ve diçe qetlikirin sivîlekî ji navçeya Şêrewa ku terktora wî jê distînin derdikeve holê.

Raya giştî ji kiryarên ASA û Tirkiyê çav girtî ye

Hêjayî gotinê ye ku divê raya giştî vê yekê bibîne, bibhîze û bi deng be, lewra li gorî çavkaniyên ji nava Efrînê û dîmen û wêneyên ku têne weşandin binpêkirina dewleta Tirk a belafirên wê ku çawa cihên sivîlan ên giştî weke Stasyona avê, bendav, goristan, cihên dîrokî, cihên ajalan, dibistan û cihên tenduristî têne hedef girtin. Di berdewamiya tecawizên der heqê sivîkan de ew sivîl têne girtin û bi lêdan û axaftinên xerab rû bi rû dimînin.

Di taybetmendiya Islama Radîkal a bi ser El Qaîdê ve talan û wêranî helal an jî dibe heye, lewra di gelek belgeyên ku derdikevin komên ASA’yê ku êrîşan li ser Efrînê pêk tînin Dikan û malên sivîlan wêran dikin.

Propogendeya derewker a Tirkiyê

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku propoxendeya ragihandina dewleta Tirk bi êrîşa leşkerî xebatê xwe dimeşîne, bi vê yekê dibêje ku tenê leşker têne kuştin, lê di rastiya xwe de û li gorî daxuyaniyên ku ji aliyên fermî ve derketine, artêşa Tirk li cihên sivîlan dixe û ev di çarêoveya armanca wê a qirkirina gelê heremê ye û pêkanîna projeya guhertina Demgrafîk e. Tesbîta vê yekê jî itîrafa pêşkêşvana Tirkî Toxba bû ku eşker e kir artêşa Tirk sivîlan hedef digre, bi vê yekê Togba ji karê xwe hate dûrxistin.

Ji aliyê gelê Efrînê yê berxwedêr ve jî yek mesac tê dayîn û ew jî em dev ji axa xwe bernadin û bi gotin gelê Netewên Yebûyî razay ye bnga xwe tînin ziman.

24.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً