LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Komkujiyên dewleta Tirk der heqê sivîlên Efrînê de

Komkujiyên dewleta Tirk der heqê sivîlên Efrînê de

NAVENDA NÛÇEYAN- Komkojiyên Dewleta Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê derheqê sivîlên Efrînê her diçe zêdetir dibe. Hate xuya kirin ku herî zêde zarok şehîd û birîndar dikevin. Hate belgekirin ku tenê di 4 rojan de 10 zarok birîndar ketin di nav de yek zarok şehîd ket.

Di 17.2.2018 an de

Balafirên şer ên artêşa Tirk li ser tevahiya Efrînê geriya.

Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê ji bajarê Ezazê gundên Cilbirê û Enabkê yên girêdayî navçeha Şêrawa tobaran kirin.

Di encama topbarana artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê li ser gundê Kobelka ya navçeya Şera de, welatiya bi navê Fikret Elî Hesen a 51 salî birîndar bû.

Artêşa Tirk mizgefta gundê Mêremîn a navçeya Şera topbaran kir. Di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê navenda herêma Cindirêsê topbaran kir.

Di 18.2.2018 an de

Artêşa Tirkiyê erdên çandiniyê yên şêniyên gundê Tirmûşa yê navçeya Şiyê topbaran kirin û darên zeytûnan hedef girtin. Li aliyekî din jî balafirên keşfê li asîmanê navçeyê geriyan.

Artêşa Tirkiyê bi obîsan gundên Hebû, Sariya, Dimilya û Bedîna yên navçeya Mabeta topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê gundê Elkê yên navçeya Şera topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Qota û Kara yên navçeya Bilbilê topbaran kirin, di encamê de sivîlek bi navê Kawa Ehmed Hebîb birîndar bû. Her wiha ziyaneke mezin gihîşt mal û dikanên sivîlan.

Li gundê Bililka yê girêdayî herêma Racoyê di navbera Hêzên QSD′ê û Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê de şer qewimî. Li gorî agahiyên 7 leşkerên Tirk û çekdarek hatin kuştin.

Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo erebeyeke bombekirî teqiya. Li gorî agahiyên 4 şehîd hene.

19.2.2018 an de

Artêaş Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê gundên Elkê û derdura Goristana Şehîd Refiq a gundê Metîna navçeşa Şera topbaran kirin.

Artêşa Tirkiyê careke din gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê ku li ser çemê Firatê ye topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker, derdora taxa Tirindê ya bajarê Efrînê topbaran kir. Di encamê de ziyan gihîşt malên sivîlan.

Artêşa Tirk a dagirker taxa Mehmudiyê, riya Cindirêsê, û derdura gundê Keferşîl ên bajarê Efrinê topbaran kir.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê herêma Raco û gundê Etmane bombebaran kir. Di heman demê de gundê Kobela û kampa Rûbar topbaran kir.

Balafirên şer ên artêşa Tirk derdora herêma Cindirêsê û derdora gundên Dêrsiwan û Nebî Horî û gundê Helubiye, Bendava Meydanekê yên navçeya Şera bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk navenda herêma Racoyê bombebaran kirin .

Li gundên Hêkiçê û Merwaniyê yên navçeya Şiya di navbera Hêzên YPG û artêşa Tirk û komên girêdayê wê de şerên giran rû dan.

Du helîkopterên Kobra yên Artêşa Tirk gundên Hêkiçê ya herêma Cindirêsê û gundên Senarê û Anqelê yên navçeya Şiyê topbaran kirin.

Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê li ser gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa de, zarokek şehîd bû û 7 zarok û sivîlek birîndar bûn. bi navên ″Dîlber Kilaho (13), Mihemed Nebiye (4), Henan Kilaho (11), Cînav Kilaho (8), Ava Kilaho (11), Dijwar Kilaho (8), Şivan Kilaho (7)″ û welatiyê bi navê Xelîl Kilaho (42) birîndar bûn.

 

Di encama topbarana Artêşa Tirk li ser gundê Derwêş ê navçeya Meydankê de, welatiyê bi navê Rustem Ehmed Cûma (41) şehîd bû.

Şervanên YPG`ê li derdora gundê Hupka yê girêdayî navçeya Raco derbeyên giran li artêşa Tirk û komên girêdayê wê xistin. Di encamê de, 20 leşker û çekdarek hatin kuştin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk dibistana navenda herêma Cindirêsê ʺDibistana Şehîd Ronahî ya amadehîʺbombebaran kir. Di encamê de, beşek mezin ji dibistanê hate rûxandin.

Di 20.2.2018 an de

Di encama topbarana artêşa Tirk li ser gundê Sêwiya ya navçeya Mabata de, welatiyekî bi nave Eşref Heydar ê 33 salî astengdar jiyana xwe ji dest da.

Helîkopterên artêşa Tirk gundê Enqela ya Şiyê û derdora navenda navçeyê bi xwe bombebaran kir.

Şervanên YPG`ê li derdora gundê Dêriswanê yê navçeya Şera tangeke artêşa Tirk rûxandin.Her wiha 2 erebeyên BMB hatin derbkirin û zêdetirî 20 leşker û çete hatin kuştin.

Di encama topbarana li ser bajarê Efrînê 6 sivîl ji malbatekê bi navên ″Rexed Ebûd (8), Umer Ebûd (salek û nîv), Eyşe Mustefa (32), Fewaz Ebûd (42), Ebdulrehman Ebûd (12) û Cûma Ebûd (13)″ birîndar bûn û 7 erebeyên sivlîan hatin şewitandin.

Di 21.2.2018 an de

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Qurta û Qaşa yên navçeya Bilbilê bombebaran kirin.

Balafirên Artêşa Tirkiyê navenda herêma Cindirêsê û gundê Tilsilorê bombebaran kirin.

Li gundê Erebwêranê yê girêdayî navçeya Şera şerekî giran di navbera Hêzên QSD′ê û artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê de rû da di encamê de erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk hat rûxandin.

Li derdora gundê Tilslorê yê herêma Cindirêsê di navbera Hêzên QSD′ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar qewimî. Lê encam şer ne hate zelalkirin.

24.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً