EFRÎN – Li Efrinê di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk li ser qadên sivîl yek ji wan zarok 4 sivîl birîndar bûn.
Êrîşa bi balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ya li ser qadên sivîl ên herêma Efrînê berdewam dike. Di berdewama bombardimana hewayî de li gundê Bedîna ya Cindirêsê Mihemed Sido Yusif û ji gundê Meryeminê Omer Sahid, ji gundê Ereba ya Mabêta jî Fayik Cafer û Durşata Mihemed Elî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku balafirên şer herêma di navbêra Hecîler û Hemilkê bombebaran dewam dike.Her wiha li navçeya Şera derdora gundê Omera şer û pevçûn dijwar berdewam dikin. Hate ragihandin ku gelek kuştiyên dijmin çebûne û heta niha şer dijwar e.
JI aliyekî din ve Balafiren şer ên artçşa tirk a dagirker navçeya Raco bombebaran dike û di encamêa bombebaranê de brindar û şehidên hêza gelêrî ê ku girêdayê artêşa sûriyê hene.
24.02.2018
Rojev24