LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şahidên komkujiya Qenterê çîrok vegotin

Şahidên komkujiya Qenterê çîrok vegotin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama topbarana îro a belafirên artêşa Tirk li ser gundê Qenterê yê navçeya Mabata sivîl cardî bûne qurbanî. Sivîlan çîroka komkujiyê vegotin.

Topbarana artêşa Tirk li ser navçeyên Bilbilê û Mabeta li herêma Efrînê di seatên sibê de destpêkir, di encama wê de hin sivîl li gundê Qenterê yê girêdayî navçeya Mabeta û Kotana yê girêdayî navçeya Bilbilê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan.

Sivîlên ku bûn şahidê vê buyerê çîroka wê vegotin, yek ji bijîşkên nexweşxaneya Afrîn ragihandin ku îro di 24 sibatê de serê sibehê Tirkiyê komkujiyek pêk anî ku bi belafirên xwe li ser malbatekê topbaran kirin. Bijîşk anî ziman ku ew malbta ku hemû birîndar û şehîd bûne koçberî Efrîn bibûn.

 

Jina ku ji vê komkujiyê sax derket buyer wiha anî zimanan: Dema ku em di nav erdê xwe de bûn û du kurên min li ber pez bûn ku herdu zarokin, belafirên Tirkiyê li ser serê me kiriyan û dest bi topbaranê kir, her çiqas me dixwest jê birevin lê li me dida lewra dema min li paş xwe nêrî ku zarokên min di nava xweînê de mabûmn.

 

Di encama şopandina me de hate eşkere kirin ku navên şehîd û birîndaran wiha ye:

1- Ibrahîm Reşîd Reşo 5 salî ji gyndê Qenterê yê girêdayî navçeya Mabeta ji ber birînên giran şehîd bû.

2- Husên Reşîd Reşo 9 salî ji Qenterê yê girêdayî navçeya Mabeta birîndar di emeliyetê de ye.

3- Reşîd Mihemed Reşo 70 salî ji gundê Çolaqa yê girêdayî navçeya Bilbilê birîndar di emeliyetê de ye.

4- Elî Mihemed Hesen 16 salî ji gundê Qestel Miqdad yê girêdayî navçeya Bilbilê ye, birîndar di emeliyetê de ye.

5- Reşîd Mistafa Reşo 15 salî ji gundê Kotana yê girêdayî navçeya Bilbilê ye, birîndar di emeliyetê de ye.

Hêjayî bi bîranînê ye ku ji saetên sibehê de Tirkiyê sivîlan dike armanc û bi zanebûn wan hedef digre.

Her wiha li gorî çavkaniyên ji Efrînê hate eşkere kirin ku di saet 02:22 an de belafira keşfê ya artêşa Tirk li ser navçeya Cindiresê û Siyê digere. Herî dawî hate zanîn ku di saet 02:37 an de top li ser gundê Qilê yê navçeya Cindiresê hatin xistin.

24.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً