LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Şandeya Jinên Kurdistanê ber bi Rojava ve bi rê ketin

Şandeya Jinên Kurdistanê ber bi Rojava ve bi rê ketin

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro şandeyeke ji jinên 3 parçeyên Kurdistanê bi armanca piştgirî dayîna ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê ber bi Rojava ve bi rê ketin.

Îro şandeyeke ji 18 kesan ya ji nûnerên 3 parçeyên Kurdistanê Başûr, Rojhilat û Bakur pêk tên, di saet 03:00’ê şefeqê de ji bajarê Silêmanî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketin.

Şandeya jinên Kurdistanê ku bi însitîfa Komîteya Jinên Kurdistanê hatiye ava kirin bi armanca piştgirî dayîna ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê û her wiha piştgirî dayîna berxwedana mezin a bi pêşengiya jinên Kurd li Rojava û Efrînê tê kirin bikin, serdana Efrînê dikin.

Çavlirêye ger tu astengî dernekevin di van saetên pêş me de şande derbasê Rojava bibe û ji wir jî berê xwe bidin Kantona Efrînê.

Li gorî agahiyên ku bidest me ketine wê jinên Rojavayê Kurdistanê di deriyê Sêmalka ku dikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de Şandeya Jinên Kurdistanê pêşwazî bike.

Şandeya Jinan ji rêxistinan RJAK, KJAR, Tevgera Azadî, Jinên Zerdeştî, Enstîtû Work, Nifşê Nû, Komeley Jinên Heka (Jinên ji partiyên Komele yên rojhilat) û HDP pêk tê.

Şande wê di deriyê Pêşxabûr re derbasê Rojavayê Kurdistanê bibe û li aliyê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê jinan ve bi awayeke fermî werin pêşwazî kirin.

Navê 18 Jinên di şandeya Kurdistanê de cih digirin wiha ne;

Zûleyxa Şûkrûllah

Bêrîvan Şaho

Awat Hisamedîn

Sînor Salih

Bêrîvan Mihemed

Şehla Mihemed

Necîbe Omer

Haja Salar

Aştî Ebdulla

Yusra Receb

Dilniya Rehîmî

Gulnaz gulmihemedî

Roşna Cemîl

Lane Elî

Axîn Cemal

Emîne Mihemed

Şadî Newzed

Mizgîn Arı (Bakur)

24.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً