LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 20 Rêxistinên Mehabadê banga rawestandina êrîşên li dijî Efrînê kirin

20 Rêxistinên Mehabadê banga rawestandina êrîşên li dijî Efrînê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Çend saziyên sivîl ê Mehabadê bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku pêşiyê li êrîşa artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bigre.

Çend saziyên sivîl ê Mehabadê êrîşa artêşa Tirkiye ya li hemberî Efrînê şermezar kirın û bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku pêşiyê li êrîşê bigre.

Saziyên sivîl ê Mehabadê ku ji 20 rêxistinan pek tê di daxuyaniya xwe de êrîşa Efrînê şermezar kirin û xwestin operasyon were rawestandin. Saziyan bangî Neteweyên Yekbûyî jî kir ku li hemberî êrişa Efrînê bêdeng nemînin û hewl bidin ku êrîşê rawestînin.

Wek tê zanîn operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiye Efrînê û komên (ASA) li dijî Efrînê kete roja 37 emîn de û li gorî çavkaniyên herêmî di encama êrîşan de heta niha gelek sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

25.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً