LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / 37 Roj ji berxwedaniya Efrîn ê dibe ku balona kirîza Tirkiyê biteqîn e

37 Roj ji berxwedaniya Efrîn ê dibe ku balona kirîza Tirkiyê biteqîn e

NAVEDNA NÛÇEYAN – Di rewşa Efrînê ku niha tê jiyan kirin de hewildana Tirkiyê a derbasbûna Efrîn ê têk diçe. Erdogan hewil dide ku ji bo balona kirîza civaka Tirkiyê neteqe û rûreş dernekeve gelek derewên din bike mîna ku got ewê di heftiyekê de Efrînê dagir bike, lê xuya ye bi derbasbûna hêzên gelêrî û itîrafa bi federasyoa Bakurê Sûriyê dê Erdogan lazim e derewên din peyda bike.

Berxwedana Efrînê ku ev 37 roj in li beramberî dewleta Tirk ku weke hêza duyemîn ya NATO’yê ye û komên girêdayî wê yên bi navê ASA’yê dewam dike. Ev berxwedana ku şênber e hemû planên dewletan ku di nav wan Tirkiyê jî binpêkir û vala derxist. Dewleta Tirk a dagirker idîa dikir ku ewê di nava heftiyekê de Efrîn ê dagir bike û koçberên Heleb, Humis û Idlib lê bicih bike, bi van idîayan dewelta Tirk ku beriya Cerablus heya Ezazê dagir bike tîne bîra mirov dema ku digot ‘Herêmeke bi ewle avabike da ku koçberan lê bi cih bike’. Piştî ku ew herêmê hate dagir kirin diyar bû ku polîtîka dewleta Tirk ku li wê herêmê dide meşandin polîtîkaya Tirk kirinê ye yanî rengê rêveberiya wê herêmê rengekî dagirkeriyê dide nîşan dan, dest bi vekirina dibistanên Tirkî kir her wiha waliyên bajar di bin rêveberiya waliyên Tirkî de hişt. Bi vê yekê dixwest ku Sûriyê perçe bike mîna ku di sala 1939’an de li Iskenderon ê (Hatayî niha) ev yek pêk anî.

Berxwedaniya ku gelê Efrîn ê li beranmerî dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan dane li ber çavê gelek dewletan û di nav de Hikûmeta Sûriyê diyar bû. Êrîşa li ser Efrînê pêk hatî bi plan û proje ango itîfaqek berê bû, bi vê yekê wekî ku Rûsya jî eşkere kiribû wan texmîn nedikir ku gelê Efrînê ewqas li ber xwe bide.

Dewleta Sûriyş neçar e ku sînor biparêze yanî divê gotin û pratîkê bike yek

Wekî ku tê zanîn ji mafê her dewletê ye bi taybet di rewşên şer de sînorê xwe biparêze. Rêjîma Sûriyê jî dema ku berxwedaniya gelê Efrîn ê li hemberî dewleteke dagirker dît, her wiha têgihiştê ku ewê rewabûna xwe winda bike eger ku tenê li vê berxwedaniyê temaşe bike, ji ber vê yekê dewleta Sûriyê neçar e ku pêwendiyên xwe bi Kurdan re çêke û ev ji bo dewleta Sûriyê derfetek e. Ji ber ku daxuyaniyên ku ji aliyê Sûriyê ve hatine dayşn tenê îfadeya wm gerek bi gavên pratîk ên li ser erdê bin.

Bê guman beriya ku ev yek were kirin gelek hevdîtin di navbera Rêveberiya Kantona Efrîn ê û Rêjmîa Sûriyê de çêbûne, piştî van hevdîtinan derket holê ku gelek bertek derketin wekî Rûsyayê ku li dijî vê yekê bû.

Gelo çima Rûsya dijî parastina dewleta Sûriyê sînorê Efrîn ê ye

Beriya ku dewleta Tirk êrîşî Efrîn ê bike gelek gef li ser Efrîn ê dixwar, hate zanîn ku dewleta Tirk bê erêkirina Rûsyayê nikarîbû êrîşî Efrîn ê bike yanî bi kurt û kurmancî Rûsya êrîş erê kir, ji ber vê yekê Rûsya dixwest hevpeymana Helebê bi Tirkiyê re dûbare bike. Di rastiya xwe de ev yek pêk hat, di encama lihevkirinekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, Rûsya êrîşa li ser Efrîn ê erê kir. Li beramberî vê yekê Rûsya û Rêjîma Sûriyê li Idlibê pêşveçûn, lewra eşkere bû ku di êvara 20’ê çileyê de dewleta Tirk êrîşî Efrîn ê kir ku di heman demê de Rêjîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê balafirgeha Ebû Eldihûr ya stratejîk li gundewarê başûrê Idlibê kontrol kir.

Pirs ewe gelo çima Rûsya li dijî parastina dewleta Sûriyê a sînorê Efrîn ê ye? Bê guman dibe ku gelek sedemên wê heb in, di nav wan de dibe Rûsya naxwaze ku Rêjîma Sûriyê biryara xwe ya siyasî bi tena xwe bigre ji ber ku Rûsya dixwaze li ser Rêjîma Sûriyê serwer be, di heman demê de Rûsya dixwest ku Erdogan û çeteyên wî têkevin nava xefkekê de û ew bi armanca ku gelek hevpeyîmanên mîna Helebê çêke. Yanî metirsiya Rûsyayş ji dewleta Tirk heye lewra Rusiya ji xwe re bi kartanî.

Li aliyekî din ve metirsiya Rûsya ji bo hebûna hegomoniya Amerîka li rojavayê Firatê û berfireh serweriya wê heye.

Piştî vê lihevkirinê, dewleta Tirk wê çi bike?

Siyaseta şaş ya AKP’ê li Rojhelata Navîn bi taybet li Sûriyê rê da ku Tirkiyê têkeve nava tehlûkê de, di heman demê de siyaseta qirkirin, bincavkirin, qedexekirina raghandinê AKP’ê di Tirkiyê de jî da meşandin û ev bû sedema ku di nava civaka Tirkiyê de jî nerazîbûneke li hemberî vê siyaseta şaş derkeve pêş. Xuya dike ku civaka Tirkiyê di nava keleçanekê de ye mîna ku balonekê tu pif bide û biteq e ye, lê beriya ku ev balon biteq e pêwîst e dewleta Tirk pifkirina wê rawestîn e, wiha li civaka Tirkiyê hatiye. ji ber vê yekê ji armancên curbicur dewelta Tirk xwest bi êrîşa li ser Efrîn ê vê pifkirinê kêm bike ango nehêle pêk were.

Lê ev 36 roj in li ser êrîşê dewleta Tirk li ser Efrîn ê derbas dibe, ji bilî çend gundan li Efrîn ê dagir ne kiriye, di heman demê de li ser raghandina xwe weke serkeftin dixwaze bide nîşan dan, lê ew tenê mûbalexe û bê dengkirina gel qezenc dike. Hêjayî bi bîr anînê ye ku ji 20 sibatê ve dewleta Tirk ji ber windahî û qayibên zêde kuştiyên leşkerên xwe eşkere nekiriye û li vir cardî armanca Erdogan a kêmkirina pifkirina balonê pêk nehat ji ber ku civaka Tirkiyê dibêje ên diçin şer kanîn.

Gelo wê dewleta Tirk piştî derbasbûna hêzên gelêrî ên bi ser artêşa Sûriyê ve çi bike?

Dewleta Tirk dema ku rastî vê berxwedaniyê li Efrîn ê hat, gelek çeteyên girêdayî wê ASA hatin kuştin. Erdogan û kesê mîna wî derketin ser raghandinê û dest bi hincet û derewan kirin û digotin ku sedema dereng pêşketina wan li Efrîn ê ji ber şert û mercên hewaî ne. Bi van derewan xwestin him civaka xwe him jî cîhanê bixapînin, diyar bû ku dewleta Tirk nema zane çawa wê xwe ji xefka Efrîn ê xelas bike, ji ber vê yekê dibe ku carek e din hin hincetên din ji xwe re derxîne, dibe ku careke din mijara Efrîn ê ji rojevê derxîne, lewma niha diyar dibe ku dewleta Tirk di nav lêgerînan de ye da ku pifkirina wê balonê dewam neke û hewil bide neteqe, eger ku teqiya wê demê mirov dikar bêje şoreşa bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dê destpê bike.

Lihevkirina dawî di navbera dewleta Sûriyî û Federaliya Bakûrê Suriya de di aliyê diplomasî û Siyasî de serkeftineke ji bo Fedraliya Bakûrê Sûriyê ye, di heman demê de dibe qebûlkirin ngo itîrafa dewleta Sûriyê bi Federaliya Bakûrê Suriya re. Tê zanîn ku di nav sîsîtema Fedraliyê de parastina sînor erkek ji erkê Hikûmeta navendî ye.

Ji ber vê yekê ev lihevkirin li ser asta navdewletî de dengek veda, di heman demê de hemû planên dewletan binpêk kirin, di nav wan de planê dewleta Tirk bû. Di heman demê de ev yek bû sedema ku di civîna ewlekariyê ya navdewletî de agirbest li tevahî Sûriyê were raghandin ku di nav de Efrîn jî heye.

(Siwar Dost)

25.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً