LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pêşniyara agirbesta li Sûriyê a 30 rojan hate erê kirin

Pêşniyara agirbesta li Sûriyê a 30 rojan hate erê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Ewlekariyê bi piraniya endaman biryara ragihandina agirbestê li Sûriyê ji bo 30 rojan qebûl kir.

Nûnerê Rûsiya li Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku welatê wî destekê dide vê biryarê û rêjîma Sûriyê îqna kiriye ku ji bo misogeriya yekîtiya xaka Sûriyê êrîşên xwe rawestîne û got ku Rûsiya derbarê vê biryarê de nîqaşên berfireh pêk anî.

Nûnerê Rûsiya her wiha destnîşan kir ku Îran, Tirkiyê bi Rûsiya re herêmên kêmkirina şer misoger dikin û tekez kir ku komên çekdar peymanên li van herêman binpê dike.

25.02.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً