LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Salih Muslim ji aliyê “bultena sor” ve hate binçavkirin

Salih Muslim ji aliyê “bultena sor” ve hate binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê berê yê PYD’ê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim bi daxwaza Tirkiyeyê li paytexta Çekya Pragê hate binçavkirin.

Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ji bo tevlî konferansekê bibe li paytexta Çekya Pragê bû.

Muslim li otela ku lê bû ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatibû şopandin (Bultena Sor) wêneyên wî di medya Tirk de hatibûn weşandin. Ji ber vê yekê, polîsên Çekya tedbîrên ewlekariyê yên li otela ku Muslim lê bû zêde kirin. Di 12 sibatê de dewleta Tirk ragihand ku wê navê Salih Mislim xistiye lîsteya terorê ango bultena sor ku Tirkiyê bi nav dike û li ser girtina wî qederek ji pereyan danîbû (4 milyonê Tirkiyê).

Lê belê polîsên Çekya yên duh ketin otelê, gotin ku wê li ser giliyê Tirkiyeyê wî bigirin binê çavan.

Rayedarên Kurd li ser mijarê bi rayedarên Çekya re hevdîtin kirin, lê hê bersiveke zelal negirtine.

25.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً