LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di Astana de lihevkirin, di Efrînê de li berxwedanê qelibîn

Di Astana de lihevkirin, di Efrînê de li berxwedanê qelibîn

EFRÎN – Li pişt perdeya şerê Efrînê ya 38 rojin didom e de hemû hesab û planên tên kirin serûbin bû. Ne Tirkiye ne Rûsya ne jî Amerîka, yek ji wan jî berxwedana bêhempa hesab nekiribûn. Plana di Astana de li ser lihevkirin çêbibû vala derket; çarenûsa Efrînê êdî di destê berxwedanê de ye.

Di civîna 6’emîn a Astana ku par di meha hezîranê de di bin garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de biryara di Sûriyê de “Heremên kêm pêvçûn” hat girtin de di yek ji tefasilên van biryaran de derdikeve holê ku êrîşek an jî operasyonek giştî ya li ser Efrînê hatiye kirin zelal dibe.

Ji Astana Efrîn derket!

Piştî vê civîna tê gotin de Rûsya ragihandibû ku dê balafirên wan li ser “Heremên kêm pêvçûn” nefirin, Serokê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan jî piştî wê dîrokî her tim Efrîn xiste rojevê û dest bi gotinên “Em dê şevekê ji nişka ve werin” kir.

Di bin navê “Heremên kêm pêvçûn” de Tirkiye li Idlibê 8 noqteyan baregehan ava kir, ji van tenê 4 baregehên li herêmên Atmê û Şêx Berekat a li rojavayê Efrînê dikevin zivirand karargahê. Piştî vê Tayîp Erdogan jî gotinên operasyona li ser Efrînê her roja diçû di asta jor de tanî ziman.

DYA-Rûsya lihevkirin

Biryarên di Astana de hatin girtin yekemîn bi Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) yê dane erêkirin. DYA û Rûsya lihevkirin. Li gor lihevkirinê, ji bo kontrolkirina axa Sûriyeyê rojavayê Firatê ji Rûsyayê re, rojhilatê Firatê jî ji DYA’yê re bê hiştin. Yek ji lingê herî girîng a lihevkirinê jî, Amerîka petrola ku dê ji aliyê rojhilat derbixe di bin kontrola Rûsyayê de bigihijîne Behra Spî.

Rûsya li ser kurdan çi ferz kir?

Piştî lihevkirina DYA-Rûsyayê, rayedarên Rûsya li ser kurdan “Efrînê radestê Rejîma Baas bikin” ferz kir. Dema kurdan vê yekî qebûl nekir evcar di ser Tirkiyeyê de dest bi zorkirina Efrînê kir. Rûsya hesaba ku kir di ser Tirkiyeyê komên çete yên Artêşa Azad (ASA) wê bikşîne Idlibê aliyê (rojavayê Efrînê), hem dê van koman bi destê Tirkiyê zeyif bike hem jî ya kurdan zor bike ku teslîm bibin.

Ji Tirkiyeyê re erêkirina Efrînê

Ji ber Rûsya nikaribû ya kurdan îkna bike, evcar ew biryara êrîşa Efrînê ya ku Tirkiye pir dixwest erê kir. Hesaba Rûsya ev bû: Komên ASA yên êrîşê Efrînê bike dê zûtir tune bibin, di Idlibê de hêzên Heyat Tahrîr El Şam ên ku ya Rejîmê dixe zahmetiyê lawaz bibe, bi vê re jî projeya kişandina xaza xwezayî ya di ser Tirkiyeyê de, projeyên Santralên Nukleerî û hevpeymana fuzeyên S-400 bên îmzekirin, her wiha dê pêvajoya qûtbûna Tirkiye ya ji NATO’yê jî bi leztir bibe.

Hemû hesab li berxwedanê qelibîn

Rûsya yê ku planên piralî ve qezanckirin dikir, ji Tirkiyeyê re sehaya asîmanê vekir û êrîşa ser Efrînê erê kir. Hemû hesaban, li ser dê gelê Efrînê heremê vala bike û TSK û ASA di demek kurt de bi ser bikeve ava kiribûn. Wextê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û berxwedana gelê Efrînê hemû êrîşan di xeta sînor de asê hiştin, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropa li hemberê Rûsya ya ku rojavayê Firatê jê re hiştibûn dest bi xirecirê kirin. Rûsya li hemberê vê berxwedanî neçar ma kêm be jî sehaya hewayî bigire. Rûsya ya ku li beranberê girtina sehaya hewayî dîsa vegeriya hesabên Dêra Zorê, rastî êrîşekî ne li bendê ya ji aliyê Amerîka ve hat û li ser vê yekê jinûve qrêdiya bêsînor da Tirkiyeyê.

Hesabên nû jî xira bûn

Rûsya ji Tirkiye xwest karê xwe bi awayek pir lez xilas bike. Li gor hesaba nû, Tirkiye wê Efrînê dagir bike û piştî demekî dewrê Rejîma Baas bike, dê ew jî ji heremê derketibûya. Berxwedana Gelên Efrînê ya bi QSD’ê re ku bû malê cîhanê, hesabên nû jî xira kir. Artêşa tirk a dagirker xeta sînor di roja 38’emîn de jî nikaribû derbas bike. Tirkiyê ya di sînor de çikilî ma, ji Ezazê heta Idlibê xeta sînor weke hîlal xêz kir û weke armanc danî pêşiya xwe. Rûsya jî ji aliyekê ve li ser kurdan xwe teslîmkirina Rejîmê bike ferz dike, di aliyê din de jî li ser navê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ku naxwaze xira bike bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) re xwest biryara agirbestê bixe meriyetê danî pêşiya xwe.

Jêderneketina DYA û Rûsyayê

Rûsya, di qonaxa heyî de 7 taxên Helebê yên ku hêzên YPG’ê ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibin vala bibû hişt ku rejîm bikeveyê, niha jî dixwaze navçeyên li nava Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî radestê rejîmê bê kirin.

Amerîka ya ku ji ber lihevkirinê li hember Efrînê bêdeng maye, di hesabên Minbicê de jî jênederketiyek dijî. Amerîka, li dijî Tirkiye ya ku bi israr dixwaze hêzên YPG’ê vekişîne, DYA di ser Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de çareseriyê digere.

Çareserî di destê berxwedanê de ye

Rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyê jî xeta sînor a Efrînê jî daxil tu niyeta wê nîne ku metreyek erdê Minbicê berde. Vê jî bi berxwedaniya xwe ya her roj mezin dikin tînin ziman. Bi van pêşketinan re ku hevsengî jinûve şekil tê girtin, di Sûriyê de çarenûsa çareseriyê di destê berxwedaniya QSD’ê ku pêşengtiya wê YPG/YPJ dike de ye.

(ERDOGAN ALTAN)

26.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً