LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Endamê TEV-DEM’ê Bedran Çiya: Divê Tirkiye ji axa Efrînê derkeve

Endamê TEV-DEM’ê Bedran Çiya: Divê Tirkiye ji axa Efrînê derkeve

EFRÎN – Endamê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku ligel agirbesta ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweya Yekbûyî hatiye îlankirin jî êrîşên li ser Efrînê berdewam dike û got: “Divê Tirkiye ji axa Efrînê yê dagir kiriye paşde vekişe.”

Êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê di roja xwe ya 38’mîn berdewam dike de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bi gelên Efrînê re li dijî êrîşan ku “Berxwedana Serdemê” daye destpêkirin bi hêzbûna xwe dewam dike. Hem di aliyê navneteweyî û hem jî heremî de ji bo Efrînê seferbertî devam dike, belgenameya agirbestê ya tevahiya Sûriyê dixe navxwe ku ji aliyê Kuweyt û Swêdê ve hatibû amadekirin pêşkeşê Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin. Ew belgenameya ku pêşkeşê NY hatî kirin pêr êvarê hate qebul kirin, derbarê biryarê de Endamê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd ji me re axivî. Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku ligel agirbestê êrîşa li ser Efrînê hêj jî berdewam dike û destnîşan kir ku divê Tirkiye axa Efrînê yê dagir kiriye xwe vekişîn e.

Biryara NY di cih de ye lê êrîş berdewam dikin’

Çiya Kurd, da zanîn ku biryara NY girtî biryarek di cih de û ew piştgiriyê didin vê biryarî. Kurd, anî ziman ku ji bo rawestandina êrîşên li Sûriyê pêk tên biryarek girînge û balkişand ku pirsgirêk û qrîzên heyî encax bi riya diyalogê de bên çareserkirin. Çiya Kurd, diyar kir ku di heman demî de gelek teraf derheqê vê biryarî de diaxivin û wiha got: “Bi taybetî Tirkiye ji bo êrîşên li ser Efrînê şîroveyên cuda cuda dike. Xwe li derveyê vê biryarî digire û dixwaze êrîşên li ser Efrînê meşrû bide nîşandan. Ji ber vê yekê jî ji roja biryar hat girtin û şûnde êrîşên xwe zêdetir kir. Bi hemû teknîkên xwe yên şer êrîşan berdewam dike.”

Fikarên me hene’

Çiya Kurd, da zanîn ku Tirkiye bi van êrîşan re vîna navneteweyî nasnake û balkişand ku Tirkiye bi vê awayî hikumên navneteweyî binpê û diperçiqîne. Çiya, destnîşan kir ku li vir rewşeke dîrokî jî derketiye holê û anî ziman ku êrîşkeriya Tirkiyeyê ya li ser gelan careke din îsbat bû. Çiya Kurd, destnîşan kir ku divê rayagiştî, kên di NY de biryar girtine û gel li dijî êrîşên Tirkiyê bisekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fikarên me hene ku dewleta tirk li gor vê biryarî tevnegere. Ji ber ku ji niha ve êrîşên giran li ser me dike. Ji bo vê jî ya herî girîng dê ev biryar di qadê de bê pêkanîn an na ye. Lewra di konseya NY de gelek caran biryar tên girtin û piraniya wan jî tên bin pê kirin. Aliyên faşist û êrîşkar van biryaran pêk nayinin.”

Ji bo berdewamiya agirbestê divê Tirkiye ji cihên dagir kiriye vekişe’

Çiya Kurd, Balkişand ku ji bo ew biryara agirbestê hatî îlankirin li cihê tam rûnê divê Tirkiye ji axa Efrînê yê dagir kiriye vekişe û ev tişt gotin: “Tirkiye niha axekî başqe dagir kiriye. Divê her kes vê hilde rojeva xwe. Agirbest hebe jî em naxwazin axa me di bin dagirkeriyê de bimîn e. Lewra Efrîn; naşibe wek e Şam, Idlib an jî cihên din. Li wan deran di navbêra rejîm û komên din de pêvçûn heye. Feqat rewşa Efrînê ne wisa ye. Agirbest hebe jî divê axa Efrîn ên hatine dagir kirin berdin û vekişin sînorên axa xwe. Eger tam ne di vê wateyî de be zahmete ku biryar berdewam bike.”

26.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً