LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Macron ji Erdogan re: Efrîn jî di nav agirbesta mirovî ya Sûriyê de ye

Macron ji Erdogan re: Efrîn jî di nav agirbesta mirovî ya Sûriyê de ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokomarê Fernsayê Macro di riya pêwendiya telelîfonî bi Erdogan re tekez kir ku agirbesta mirovî ya Sûriyê Efrîn jî di nav de ye.

Serokomarê Feransayê Emmanuel Macron bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganî re axift û diyar kir ku Efrîn jî di nav agirbesta mirovî ya xaka Sûriyê de ye, ku NYyê dawiya heftiyê ji Sûriyeyê xwestibû.

Serokatiya Fransayê îro daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku “Serokomarê ferensî ji hevkarê xwe yê tirk re tekez kiriye ku agirbesta mirovî ji bo hemû xaka Sûriyeyê ye û Efrîn jî tê de ye.” Her wiha di daxuyaniyê de got ku “welatên garantor ên Astanayê ango Rûsya, Tirkiye û Îran berpirsyarên rasterast ên pêkanîna agirbestê ne û divê ew li ser erdê were cîbcîkirin.”

Encûmena Ewlekarî di 24 sibatê de, li gorî pêşniyara welatên Siwêd û Kiwêt ê biryara rawestandina şer li tevahiya xaka Sûriyê heta 30 rojan da, ku di nav de Efrîn jî heye.

Hêjayî bibîr anînê ye ku ji 20 çileyê ve artêşa Tirk û komên girêdayî wê ASA li ser herêma Efrînê êrîşan pêk tînin û ji dema ragihandina agirbestê jî ev çend carin ku Tirkiyê agirbestê tecawiz dike ku wê idaîkiribûn agirbestê qebûl dike.

26.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً