LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Nûnerên PYD’ê serdana Qonsilosxana Çîk kirin

Nûnerên PYD’ê serdana Qonsilosxana Çîk kirin

NAVENDA NÛÇEYA- şandeyek ji nûnerên PYD û perlemanterên Başûrê Kurdistanê serdana qonsilisxana Çîkê li Hewlêrê kirin. Ji bo zelakirina binçavkirina Salih Muslim.

Şandeyek hevbeş bi navê Bakurê Sûriyê û nûner ji berlemana Herêma Kurdistanê îro serdana qonsilsxaneya dewleta Çîk li Hewlêrê kirin. Şandeyê mesajek derbarê girtina rêveberê berê yê partiya PYD’ê li Sûriyê û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim kirin.

Di şandeyê de Silêman Ereb, Şêrko Hemê Emîn û Izet salih nûnerên PYD li Başûrê Kurdistanê, beşdar bûn.

Şandeyê di serdana xwe de bal kişand ser binçavkirina rêveberê PYD’ê li Sûriyê ji aliyê bultena sor a MIT li Çîkê. Pêve girêdayê rewşa Bakurê Sûriyê ku niha jiyan dike bi taybet rewşa Efrînê nirxandin û dest nîşankirin ku êrîşên Herêma Efrînê ya ku rastî wê tê ji aliyê Dewleta Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê êrîşek hovane ye . Di êrîşê de piranî zarok û jin tê de têne qetilkirin. Her wiha şandeyê belge di derbarê qetil kirina sivîla ji aliyê dewleta tirkiyê pêşkêşî qonsilosê Çîk kirin.

Ji aliyê xwe ve qonsilosê Çîk destnîşankir ser piştgiriya welatê wî ji Demokrasî û Aşîtiyê re, herwiha matmayê ma ser bin çavkirina Salih Muslim. Qosilosê Çîkê tekez kir ser gihandina mesaca şandeyê ji hikûmeta xwe re.

26.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً